Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin 2022-05-08 10:43:55   AMED - Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê yên li girtîgehan û da zanîn ku li Girtîgeha Oltûyê bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin.    Girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev demekî dirêje bi binpêkirinên mafan, îşkence û sepanên bêhiqûqî re di rojeva hemû raya giştî de ne. Rewşa ku girtî tê de ne her diçe xirabtir dibe. Girtiyên nexweş nayên berdan û di heman demê de mafên wan ê wekî hevdîtin, sewq, tenduristî û ewlekarî tê binpêkirin. Li hemberî vê yekê di serî de malbatên girtiyan, saziyên cîvakî, hiqûqî û partiyên siyasî bertekên mezin nîşan didin. Ew sepanên ku bi taybetî li ser girtiyên siyasi tên meşandin ji aliyê saziyan ve weke rapor tên aşkerekirin. Herî dawî Komisyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 29 nisanê de raporek bi raya gişkî re parvekir. Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlûyê û li Girtigeha Tîpa S a Îdirê qewimîn hatin aşkerekirin. Di raporê de hat dîtin ku mafê hevdîtina bi malbatan re, guhertina odêyan û tekiliya girtiyan tê asteng kirin an jî sînor kirin. Rapor bi van sepanan dest nişan dike ku girtî di bin tecridê de ne û hem tekiliyên wan ê di nav wan de hem jî têkiliyên wan ên derve tên asteng kirin. Di heman demê de li girtigehan sepanên lêgerîna tazî û  hêjmara li serpiyan hêj berdewan dike.   Endamê Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz derbara hûrgiliyên di raporê de ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) yê re axivî.  Parezer Yilmaz, diyar kir ku li 4 girtigehan bi 18 girtiyan re hev dîtin kirine û wiha got: “Me girtigehên ku ji herêma me dûr bûn û malbat û saziyên civakî jî nikaribûn biçin hilbijartin. Ew girtigeh di heman demê de di nav tecrîdê de ne û derbara wan girtigehan de di çapemeniyê de jî aloziyek hebû.”   ‘GIRTÎYÊN SİYASÎ DI BİN TECRÎDÊ DE NE’   Yilmaz, di axaftina xwe de bi lev kir ku li girtîgehan sepanên zext, işkence û tecrida giran li ser girtiyan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji wan girtîgehan a herî navdar jî Tîpa S ya Îdîrê ye. Em dibînin ku ewil li girtîgehên Tipên F’yê, paşê girtîgehên ewlekariya bilind, di dawiyê de ji li girtîgehên Tîpên S’yan tecrîd li girtigehan hêj girantir bû. Girtigiha Tipa S ya Îdirê prototîpa girtigehên din e. Ji bajerên Kurdistanê girtiyan sewq dikin Girtigeha Tîpa S ya Îdîrê. Hem wexta sewqê û hem jî wexta ketina girtigehê, mafên girtiyan hatiye binpêkirin.  Bi taybetî jî girtiyên siyasî di bin tecrîdê de ne. Tevahî girtiyên ku me pê re hevdîtin kirin, saleke di qawişan de tenê dimînin. Di qanûna înfazê de diyare ku hikumxwar û girtiyên giran li qawişan tenê dimînjin, lê li Girtîgeha Îdirê ew cûda bûyîn tune ye û tevahiya girtiyên siyasî tenê dimînin.”   ‘FERMANA WEZARETA EDALETÊ’   Yilmaz da zanîn ku gardiyanên Girtigehê Îdirê işkenceya fizîkî û psîkolojîk li ser girtiyan dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gardiyan ji saet 22.00’yan heta 6’ê sibê her seatê lambeyên qawişan vedikin û girtiyan qontrol dikin. Ew yek pergala xewê ya girtiyan xirab kiriye û weke sepanên îşkenceya psîkolojîk tên meşandin. Girtiyan ji bo vê sepanê bertek nîşanî rêveberiya girtîgehê dane. Rêveberiyê ji bo vê sepanê gotiye ‘fermana Wezareta Edaletê ye’.” Yilmaz, destnîşan kir ku li Girtigeha Îdîrê cenazeyên Sinan Kaya û Sezer Alan  li pey hev derketine, emareyên kuştinê hene û wiha pê de çû: “Malbata Sezer Alan vê yekê wekî kuştin dibîne û bawer nakin ku zarokê wan xwe kuştî ye. Li ser laşe Alan şopên şewat û lêdanê hebûn. Em dixwazin ku derbarê mijarê de lipirsînek were vekirin. Di navbera her du mirinan de jî demekî kin heye û her du girtî jî di odeyan de bi tênê diman.”   ‘MAFÊ RAGIHANDINÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Yilmaz, rojname û kovarên ku nadin girtiyan weke binpêkirina mafê ragihandinê pênase kir û wiha axivî: “Ji bo ku girtî bi derve re têkiliyê deynin mafê ragihandinê gelek girîng e. Rêveberiyên girtîgehan rojnameyên wekî Yenî Yaşam, Bîrgun û Evrenselê nadin girtiyan. Tekildarî mijarê du biryarên Dadgeha Makeqanunê hene. Dadgeh ev yeke weke binpêkirina mafê ragihandinê dît û girtiyên ku serlêdan kiribûn re hikma tazminatê da. Wezareta Edaletê jî rêveberiyên girtigehan jî vê biryarê baş dizanin, lê bi keyfî tevdigerin û dixwazin ku girtî bi derve re tekili nedeynin û bi vî awayî tecrîdê li ser girtiyan giran dikin.”   ‘KONSEPTA KEYFIYETÊ’   Yilmaz da zanîn ku li Girtîgeha Tipa M ya Bayburtê, ji bo sewqkirinê girtiyan daxwazname nivisandine lê rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re bersiva ‘Hûn biçin xebatkarên girtigehê wê mûçeyê xwe ji ku derê bigirin?’ daye û got: “Ev yek keyfiyet û bêcidîbûna rêvebiriya girtîgehê nîşan dide. Ji girtiyan re cezayên dîsîplînê didin û daxwaza wan a sewqkirina girtîgeheke din nayê bi cih anîn. Daxwaza girtiyan bi vê konsepta keyfiyetî tê red kirin. Li hemberî vê keyfiyêtê girtiyan bi sloganan an jî bi çalakiya deng derxistinê bertek nişan didin. Vê deme jî rapora ‘ne di rewşeke baş de ye’ tê amade kirin û bi vî rengî înfaza girtiyan tê şewitandin.’   ‘XWE TÊXIN ŞÛNA DADGEHAN’   Ylmaz, diyar kir ku tevî biryara “rewşa baş” a Sevgî Îlboga ya li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê tê ragirtin hebû jî berdana wê 3 mehan hatiye taloqkirin û wiha got: “Desteya Çavdêrî û Îdarî dema rapora ‘rewşa baş’ dide, pirsên ‘Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê?’ , ‘PKK rêxistina terorîst e?’ , ‘Çima di qawişa siyasî de dimînin?’ û ‘Hûn poşman in’ ji Îlboga dipirse. Deste bi pirsîna van pirsan sûc dike. Di Makeqanunê de hikumekî aşkere heye. Tu kes bi wan pirsan û bi zorê nikare fikra girtiyan hîn be. Desteyên Çavdêrî û Îdarî xwe têxin şûna dadgehan û bi van pirsan cezayên girtiyan bi keyfî taloq dikin. Di nav van desteyan de dozgerê komarê heye û biryara wî derbasdar e. Hewce ye ku desteyên serbixwe bên avakirin û ev bê hiqûqî ji holê rabe.”   Yilmaz, herî dawî wiha bang li sazî û partiyên mûxalîf kir: “Weke ku me di rapora xwe de jî aşkere kir, li girtîgehan sepanên zext, îşkence û tecrîda giran li ser girtiyan tê meşandin. Hewceye ku hemû saziyên civakî, partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî bala xwe bidin girtîgehan û di vê mijarê de hesas bin. Divê bi taybetî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê karê xwe bi cih bîne û here girtîgehan.”