ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-09 09:00:17 * Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Şengalî anî ziman ku li herêmê şerekî taybet tê meşandin û got: "Divê êzidî ji Rêveberiya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin."  * Şêniyên Amedê bertek nîşanî PDK'ê dan ku di êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe de piştgiriya Tirkiyeyê dike û gotin: “Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye."   * Piştî restorasyonê Dêra Sûrp Gîragos a ermeniyan hat vekirin.Welatiyan di derbara restorasyon û xirab kirina dema qedexeyên derketina derve de axivî û wiha got: “Ji bo desthilatê tu qiymeta taxa Sûr tinne bû yên xirabkirin îro jî hetine vedikin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 427'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) ji bo Roja Dayikan dê li Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî bide û pişt re serdana malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê digirin bikin. (12.30)   * Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê li Qada Bajêr a Amedê "Platforma Ziman" deyne û dersa kurdî bide. (16.30-19.00)