Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin 2022-05-09 09:06:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Şengalî anî ziman ku li herêmê şerekî taybet tê meşandin û got: "Divê êzidî ji Rêveberiya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin."  Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê Nisanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên berfireh dabûn destpêkirin. Bi van êrişan bi hevkariya PDK'ê re artêşa hikûmeta Iraqê jî di 2'yê Gulanê de bi hejmareke zêde esker, wesayîtên zirxî, tank û obusan xwest bikeve navenda Şengalê. Ev êriş li Şengalê rastî berxwedana Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ û YJŞ'ê hatin û şengaliyan ew pûç kirin.   Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de Xelef Şengalî der barê statuya Şengalê û êrişên Hikûmeta Iraqê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  'EW NIKARIN WEKÎ BERÊ DI ŞEVEKÎ DE HILWEŞÎNIN'    Şengalî, diyar kir ku PDK ji bo ku hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê bike derdora xwe birêxistin dike û got: ""Careke din xuya bû ku peymana 9'ê Cotmehê ne  tenê ji aliyê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû îmzekirin. Beriya demekê Hulusî Akar di daxuyaniya xwe de aşkere got ku tiliya wan jî di vê peymanê de heye. Jixwe beriya ku nehatibû ragihandin jî me dizanî. PDK bi hinceta PKK'ê dixwaze bikeve Şengalê. Kesî negotibû bila PDK ji Şengalê derkeve ew bi xwe reviyan, çûn. Tu caran jî civaka êzidî negotiye bile PDK'ê ji Şengalê hêzên xwe vekêşe. Wan êzidî tenê hiştin û reviyan. Her kesî jî ev bi çavên xwe dît. 2 hezar pêşmerge hebûn û hemû jî paş ve vekişandin. Li hemberî dijmin yek ji wan jî fîşek neteqandin. Heger îro aramiyek li Şengalê hebe, dixwazin wê têk bibin. Lê êdî nikarin têk bibin. Çimkî êzidî ne êzidiyên sala 2014'ê ne. Di nav êzidiyan de siyasetmedar hene, rojnamevan hene, şervan hene û Xweseriya Şengalê bi xwîna ciwanên êzidiyan hat avakirin. Kes nikare wekî sala 2014'an xweseriya Şengalê di şevekê de hilweşîne."   'EW KESÊ KU KOLETIYA DIJMIN BIKE RÊZ Û HÛRMETA ME JÊ RE NÎN E'    Şengalî, bal kişand li ser helwesta Hikûmeta Iraqê û diyar kir ku PDK bi van kirinan dixwaze ji êzidiyan re dijminan çêbike û wiha domand: "Dijmin gelek caran di siyaseta xwe de nezan e. Ew wisa difikirin ku êzidî wekî sala 2014'an de nezan in, bêtifaq in û nikarin parastina xwe bikin. Lê ew dem çûn û em di sala 2022'yan de ne. Kes nikare vîna ku li vir hatiye avakirin tune bike. Îro ev tişt hemû bi xwîna êzidiyan hatiye avakirin. Jiholêrakirina Asayîşa Êzidxan tasfiyekirina êzidiyan e. Lê tu dijminê me nikare êzidiyan têk bibe. Em 1460 salin li ber xwe didin. Hêzên ji van mezintir jî hatin ku êzidiyan tune bikin, lê nekarîn. Hikûmeta Iraqê niha tune ye. Ev qas dem di ser re derbas bû, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Êdî di nava wan de kom çêbûne. Her kes li gor berjewendiyên xwe dixwest tevlî yên dîtir bibe. Lê negihîştin astekê û tasfiye bûn. Dinya hemû dizane ku hikûmeta hatiye avakirin ne li gorî berjewendiyên xelkê Iraqê ye. Civaka êzidî ne li dijî hikûmeta Iraqê ye. Di sala 2014'an de li çiyayê Şengalê yek kesî, hem leşker û hem jî siyasetmender, nekarî bibêje em iraqî ne. Dîsa jî yê ku xwedî li Iraqê derket êzidî bûn. Iraq deyndarê êzidiyan e. Êzidiyan tu caran xwe ji Iraqê dûr nekirin. Em rêzeke taybet ji hikûmeta Iraqê re digirin. Lê yê fermî ku xwedî li soza xwe derdikeve û yê ku dilsozê Iraqê be. Ew kesê ku biçe koletiya dewletên dijminê êzidiyan bike, em ê tu caran rêzê jê re negirin."     'PROPAGANDAYA VALAKIRINA ŞENGALÊ DIKIN'    Xelef Şengalî di berdewama axaftina xwe de got ku li Şengalê propagandaya valakirina Şengalê tê meşandin û wiha domand: "Dibe ku zêdetirî salekê ye li ser vê êrîşê fikirîbin. Her derfetên xwe yên teknîkî bi kar anîn. Armanca wan a yekemîn ew bû ku êzidî koçber bibin, lê êzidî koçber nebûn. Dibe ku hin kesên xwefiroş propaganda kiribin û gotibin, 'Em direvin Şengal ne aram e.' Lê tiştekî wisa tune ye. Şengal aram e. Duh hevalên me û hikûmeta Iraqê bi hev re rûniştin û yekbiryarî û yeknêrîn li ser Şengalê dan. Kesek nikare wekî berê fermanekê bîne serê me. Hemû tişt ne kuştine. Êdî dinya û alem êzidiyan nas dike. Heger kesek aştîxwaz hebe, ew jî êzidî ne.    'LI ŞENGALÊ ŞERÊ TAYBET DIDIN MEŞANDIN'   Şengalî, destnîşan kir ku li herêmê şereke taybet tê meşandin û wiha berdewam kir: "Heger ku gelek daxwaza azadiyê bike helbet wê bedelên giran bide. Êzidî ji hemû wextan re amade ne. Êzidî ne dijî kesî ne. Êzidiyan tu caran dijatiya însanan nekiriye. Em çawa ji xwe re başiyê dixwazin, em ji hemû gelan re vê daxwaz dikin. Lê heger kesek destdirêjiyê bike, êzidî qebûl nakin û ji bo xwe biparêzin her tim amade ne. Îro li ser êzidiyan şereke taybet tê meşandin. Divê êzidî xwe nezan nebînin. Heger êzidî heqîqetê bizanibin, rêveberiya xweser heye. Malperên xweseriyê hene û parvekirinên wê çêdibin. Heger ku bişopînin wê bizanibin ku heqîqet çi ye. Lê ew propagandaya li dijî êzidiyan û Şengalê tê kirin ne rast e. Di wan 15-16 saetan de gelek tişt ji me re hatin gotin. Ew kesê ku vê propagandayê jî dikin, bi 15 dolaran dikin. Ev jî perçeyeke şerê taybet e. Divê ku baweriya êzidiyan bi kesî neyê. Heger bixwazin ku heqîqetê bizanibin, bila Xweseriya Şengalê guhdar bikin. "   'DERIYÊ ME JI HER KESÎ RE VEKIRIYE'    Şengalî, bi lêv kir ku ji bilî xiyanetkaran deriyê wan ji her kesî re vekiriye û ev bangawazî kir: "Deriyê me Xweseriya Şengalê ji her kesî re vekiriye. Li aliyê dîplomasî, danûstandinê deriyê me ji wan re vekiriye. Me tu caran deriyê xwe ji tu kesî re negirtiye. Lê belê deriyê me ji kesên ku destê xwe dirêjî xwîna keç û ciwanên êzidiyan kirine re girtiye. Banga me ji civaka êzidî re ev e; ji Rêveberiya xweser pêvtir ji tu kesî bawer nekin."