Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin 2022-05-09 12:33:02   RIHA - Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne bi peyama “heke şahid biaxivin wê pêvajo bileztir bibe, zilm bi dawî bibe…” banga “axaftinê” li kesên bûn şahidê tiştên li nexweşxaneyê qewimîn kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 427’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeyê û daxwaza xwe ya edaletê domand, ji kesên tên edliyeyê re derbarê dozê de agahdar dikin.    ‘HEKE ŞAHID BIAXIVIN WÊ PÊVAJO BILEZ BIBE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Di serî de xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê dixebitîn, ji hemû kesên bûn şahidê komkujiya li nexweşxaneyê re bang dikin. Sibê ji zarokên xwe re rûyekî reş nehêlin. Heke şahid biaxivin wê pêvajo bileztir bibe, zilm bi dawî bibe…”