Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn 2022-05-09 12:43:08   RIHA - Li Xelfetiyê qezaya trafîkê qewimî, 2 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.    Li taxa Aram a navçeya Xelfetiya Rihayê otomobîlek û motosîkletek li hev ketin û di qezaya trafîkê ya rûda de 2 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê. Mehmet Kiliç (18) û Mehmet Subaşi (23) ên rewşa wan giran ku rakirin nexweşxaneya Rihayê jiyana xwe ji dest dan. Birîndar jî li nexweşxaneyê tedawiya wan berdewam dike.