Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin 2022-05-09 13:05:14   MÊRDÎN - Li Taxa Mezopotamyayê ya navçeya Qoserê ji ber qenalîzasyon xetimîn bax û baxçe di bin ava qirêj de man. Tevî giliyên hatin kirin jî rêveberiya qeyûm tu çareserî nedîtiye.     Li Taxa Mezopotamyayê ya navçeya Qosera Mêrdînê ji ber sedemeke ne diyar boriyên qenalîzasyonê xetimîn. Di encama xetimîna qenalîzasyonê de bax, baxçe û ber deriyên welatiyan di bin ava qirêj de man. Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, diyar kirin ku 3 roj in li şaredariyê gilî dikin lê rêveberiya qeyûm tu çareserî nedîtiye.    Welatiyan, da zanîn ku ji ber bêhna ava qenalîzasyonê ya li ber deriyên mala wan nikarin li malên xwe bisekinin û xwestin pirsgirêk demildest bê çareserkirin.