Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû 2022-05-09 14:24:00   ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Olbecî di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku banga ku HDP’ê di 6’ê Cotmehê de ji bo Kobanê kiribû qîrînek li dijî bêdengiyê bû.    Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin berdewam dike. Dadgehê jiber Cejna Remezanê navber dabû danişînê. Danişînê îro dîsa li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê dest pê kir.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne li eywanê amade bûn, girtiyên din ku li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedaran jî hêcet ji dadgehê re ragihandin û tev li nebûn.    NAVÊ GUNDAN ÊN KURDÎ QEDEXE YE!    Danişînê bi xwendina ewraqên nû li dosyeyê hatine zêde kir dest pê kir. Serokê dadgehê destûr neda di navê gund, navçe û bajaran ên bi kurdî bên nivîsandin û biryar da ku navê cihan bi tirkî bê nivîsandin.    Siyasetmedara kurd Zeynep Olbecî parastina xwe berdewam kir û di destpêkê de cejna hevalê xwe pîroz kir û bal kişand ser Qetlîama Şengalê ku DAIŞ’ê pêk anî û behsa hovîtiya DAIŞ’ê kir.    ‘BANGA HDP’Ê KOBANÊ RIZGAR KIR’    Olbecî bal kişand ser berxwedana xelkê Rojava ya li dijî DAIŞ’ê û got: “Kes nikaribû li hember wê hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng bimîne. Çimkî DAIŞ’ê qetlîam û hovîtiyê dikir. Berxwedana Kobanê li cîhanê bû remz û mînak. Li her deverê dinyayê ew berxwedana hat silavkirin û piştgirî ji bo wê hat dayîn. Berxwedana Kobanê û Şengalê planên îktidara AKP-MHP’ê pûç kir û serûbin kir. Em ji ber vê xwedîderketina mirovahiyê tên darizandin. Gelo parastina mafê mirovan a gerdûnî ya li dijî hovîtiyê çawa dibe sûc? Hêrs û tirsa îktidarê ya li hemberî me ji wan rojan ve tê. Îktîdar dixwaze ji ber vê tirsa xwe întîkamê ji partiya me HDP’ê tolê bistîne. Nabe ku berxwedana li dijî DAIŞ’ê bê sûcdarkirin. Banga HDP’ê ya 6’ê Cotmehê ji bo Kobanê bang û qîrkirina li dijî xemsarî û bêdengiyê bû. Wê bangê Kobanê ji destê hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kir.”    Danişîn berdewam dike.