‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’ 2022-05-09 14:28:37   WAN - Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku welatiyên astengdar ku sazî û dezgehê cemaweriyê paş guh kirine rastî cihekariyê tên û wiha got: “Divê bê zanîn ku şerên li herêma me dewam dikin, sedemeke girîng a astengiyê ye.”   Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Wanê, bi boneya Hefteya Astengdar an li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan ê di civînê de axivî, diyar kir ku li her qadê li dijî astengdaran cihekarî heye û banga hestiyariyê kir.    JI WELATIYÊN ASTENGDAR RE XIZMET NÎNE   Dogan, destnîşan kir ku di serî de şaredarî li dibistan, edliye, zanîngeh û li saziyên din ên cemaweriyê bergiriyên ji bo astengdaran hebin, tune ne û wiha got: “Di serî de şaredarî divê li hemû saziyên cemaweriyê de tercumanên ku zimanê îşaretê yê bi kurdî dizanin bên îstîhdamkirin.”    BANDORA ŞER   Dogan, bi bîr xist ku şer û pevçûnên li herêmê dewam dikin sedema sereke  ya astengdariyê ye û wiha berdewam kir: “Mayinên bejahî yên nayên paqijkirin, hêzên ewlekariyê yên mudaxileyî bûyerên civakî, maşînên zirxî yên bê kontrol li nava bajêr digerin, gulebaran leşkeran a li ser sînor û mirina bi sedan mirovan jî dibe sedem ku astengdar bibin. Şer maşîneyeke ku ji bo hemû civak xizan bibe û astengdar bibe, dixebite ye. Divê bê zanîn ku şerên li herêma me dewam dikin, sedemeke girîng a astengiyê ye.”