‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’ 2022-05-09 15:14:24   AMED -  Platforma Jinan a  Dîcle Amedê têkildarî Roja Dayikan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Roja Dayikan li hemû dayikên berxwedêr hat pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Dayik li hemberî polîtîkayên şer, êriş û zextê ya desthilatê li ber xwe didin û dibin hêviya civakê.”   Platforma Jinan a  Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî Roja Dayikan a Cîhanê li Parka Koşuyolû ya Rezan a Amedê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, malbatên girtiyan ên li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê digirin û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn.  Di daxuyanî de dirûşmên “Bijî berxwedana dayikan’ , ‘Jin, jiyan, azadi’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de ji ewil Rêvebera Komelaya Jinan a Rosa Raîfe Camci axivî. Camci anî ziman ku li çar hêlên cîhanê şer, mirin û kuştin heye lewma dilê dayikan dişewite û wiha domand: “Em dibêjin ku bila ji îro pê de dilê dayikan neşewite û di nava aştî û aramiyê de bijîn. Lê dema em îro li çar aliyên xwe dinihêrin, dibînin ku dayikên me li kolanane û bi çalakiyan li ber xwe didin. Dayikên Şemiyê aqûbeta zarokên xwe dipirsin, dayika Doku du sale aqûbeta keça xwe dipirse û dayikên di Nobeta Edaletê de ev 6 meh in ji bo girtiyên xwe bang dikin. Di heman demê de dayika Emîne Şenyaşar li ber deriyê edliyeyê edaletê dixwaze.” Camci ji bo ku çalakiya Nobeta Edaletê xurtir bibe ev bang li her kesî kir: “Hewceye cezayê girtiyên nexweş ku nikarin bi tena serê xwe bijîn bê taloqkirin û bên berdan. Di serî de Aysel Tugluk, hewceye hemû girtiyên nexweş werin berdan. Çalakiya wan dayikan hêz dide me.”   ‘DAYIKÊN BERXWEDÊR’   Piştre jî Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Fatma Sunbul daxuyanî xwend. Sunbul, bi lêv kir ku dayik îro ji bo aştî, edalet û azadiyê têdokoşin. Di heman demê de Sunbul lêgerîna edalêtê û tekoşina dayikên weke Emîne Şenyaşar, Dayikên Şemiyê, dayikên Roboskê, Nobedê Edaletê, Dayikên Aştiyê û dayika Gulistan Doku silav kir û wiha got: “Em êşa wan dayikan hîs dikin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Dayik li hemberî polîtîkayên şer, êriş û zextê ya desthilatê li ber xwe didin û dibin hêviya civakê. Em Roja Dayikan li hemû dayikên berxwedêr pîroz dikin.”    ‘WEZERATA EDALETÊ ÇAVÊN XWE GIRTIYE’   Ji dayikên di Nobeta Edaletê de Reşahat Ada jî Roja Dayikan li hemû dayikên girtiyan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Ev şeş meh in em Nobeta Edaletê digirin. Wezareta Edaletê û serokkomar çavê xwe girtiye û me nabînin. Bi darê zorê qawîşên zarokên me diguherînin. Li ser zarokên me zext hene û em vê yekê qebûl nakin. Heta xwîn di laşê me de hebe em ê li ser rêça zarokên xwe bin. Bila zaroka Emîne Erdogan 3 rojan di girtigehê de bimîne bê ka ew ê vê yekê qebûl bike yan na.”   Piştî daxuyaniyê hin ciwanan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan’ berz kir û piştgirî dan çalakiyê. Li ser vê yekê polîsan xwest ku ciwanan binçav bikin. Dayikan jî bertek nîşanî polîsan dan û nehiştin ku ciwan bên binçavkirin. Çalakî bi tililî û çepikan bi dawî bû.