Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin 2022-05-09 15:59:04   COLEMÊRG - Li herêma Binarê ya Şemzînanê xebatên lêgerînê yên ji bo ji 3 kolberan 2’yên di 19’ê Çileyê de li ser sînorê Rojhilata Kurdistanê winda bûbûn didomin.    Li herêma Binarê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 19’yê Çileya 2022’yan de kolber Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mihanî winda bûbûn. Cenazeyê Barzan Mihanî yê ji gundê Bawanê yê Mêrgever a Cenaze di 7’ê Gulanê de ji aliyê şêniyên mezrika Gelêşmê ya gundê Garê yê navçeya Şemzînanê ve hatibû dîtin.     2 ROJ IN LÊGERÎN DIDOME    Hat zanîn ku ev 2 roj in gelek şêniyên gundê Bawanê yê girêdayî Ûrmiyeyê û gelek gundiyên Gelêşmê hatine ber sînor û ji bo her du cenazeyên din dest bi lêgerînê kirine. Ji bo dîtina cenazeyan 2 roj in xebat didomin lê hêj encamek bi dest nehatiye xistin.