ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-10 09:00:08 * Pêşmergeyê dêrîn Mûstafa Olmez diyar kir ku bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Erdogan dijminê hemû kurdan e û Barzanî hevkariya wan dikin. Bila Barzanî baş pê bizane ku Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike.”  * Siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq diyar kir ku Tirkiye li cîhanê ketiye weziyeta dewleteke dagirker û got, helwest û piştgiriya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin.    *  Rojnamevan Karwan Hewram anî ziman ku li Herêma Kurdistana Federe li hemberî PDK'ê nefretek çêbûye û got: "PDK, bi pratîka xwe ji bo hêzên dagirker bûye enstrumanek."   * Dayikên ji navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê, bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re dan û wiha gotin: “Gelê kurd tu carî bi kuştinê xilas nebûn û dê ji vê rojê şûnde jî xilas nebin. Em ê vê xiyaneta Barzanî tu carî ji bîr nekin. Em ê xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derkevin.”   * Tirkiye vê carê jî cerdevanan di dilqê "şivanan" de dişîne Besta û Gabarê.    * Li Sûrê avahiyên tescîlkirî yên ku 6 sal in "restorekirina" wan nehatiye temamkirin bûne cihê xizînegeran. 7 kesên ku pêşmalka "Anka Înşaatê" li xwe kirine, gava li maleke tescîlkirî li xizîneyê geriyane xwediyê malê bi wan hesiyaye.    * Kes an jî hin kes ên nasnameya wan nediyar hin nîşeyên ku îfadeyên "JÎTEM"ê jî tê de danîne Rêxistina HDP'ê ya Gursûyû yê. Hevserokê navçeyê Yucel Demîr, diyar kir ku hem li qereqolê hem jî li dozgeriyê gilî kirine û got polîs gotiye, "Zarokekî 16 salî ye, hewce nake mirov pir bide dû."    *  Şewqa Sibê ku ji nav weşanên Lîsê vê mehê çap bû, li gorî amedakarê pirtûkê Îbrahîm Bulak pirtûka ewil a çîrokên kurdî ên modern e. Her wiha li gorî Îbrahîm Bulak nivîskarê vê Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margaryan) jî ne kurd e, ermen e.      * Nobeda Edaletê ya Şenyaşar dê di roja 428'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam bike. (10.00)   * Ji bo bîranîna Qetlîama 10'ê Cotmehê dê li ber Gara Trênê ya Enqereyê daxuyanî bide. (10.00)   * HDP'a Stenbolê dê têkildarî ku hin kes nîvê şevê ketine avahiya wan li avahiya xwe daxuyanî bide. (11.00)   * Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê Nobeda Edaletê berdewam bikin. (12.00-16.00)   * Navenda Hafizeyê rapora xwe ya derbarê êrişên li ser parêzvanên mafê mirovan a di navbera salên 2015-2021'an de amade kiriye dê eşkere bike. (11.00-16.00)   * HDP dê komcivîna xwe ya li Meclisê li dar bixe. (12.45)   * Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'a Îzmîrê dê li avahiya HDP'a Îzmîrê demezrandina xwe ragihîne. (14.00)   * Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê dê li navçeya Bismila Amedê ji bo zarokan kargehek li dar bixe. (15.00)