Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike 2022-05-10 09:03:35 ŞIRNEX - Pêşmergeyê dêrîn Mûstafa Olmez diyar kir ku bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Erdogan dijminê hemû kurdan e û Barzanî hevkariya wan dikin. Bila Barzanî baş pê bizane ku Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike.”  Deshtilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hewayî û bêjahî ve êrîşeke berfireh da destpêkirin. Şer û pevçûnên li herêma navborî di roja 24’emîn de berdewam in. Lê heta niha jî Tirkiyeyê di êrişê de encamek bi dest nexistiye. Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re li seranserî Kurdistanê û dîasporayê rê li ber nerazîbûna gelê kurd vekir. Têkildarî mijarê yek ji pêşmergeyên dêrîn Mûstafa Olmez ji ajansa me re axivî û got ku PDK ji dîrokê ve xiyanetê li gelê xwe dike.  Pêşmergeyê dêrîn Mûstafa Olmez ji ewil bal kişand ser êrişên artêşa Iraqê yên di sala 1976’an ên li dijî başûrê Kurdistanê û wiha got: “Bi sed hezaran kurd koçber bûn û ji neçariya xwe çûn Îranê. Iranê ew weke penaber qebûl kirin. Lê bele Tirkiyeyê qebûl nekir. Gelek ji wan jî bi qaçaxî hatin Tirkiyeyê. Ez jî wê demê bûm pêşmerge. Wê demê ji kesên dewlemend re 5 û ji yên xizan re jî 2 panqanot mûçe didan. Dema ev pereye dihat komkirin, me didan pêşmergeyan ku pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ji xwe re çekan pê bikirin. Me ji bo alîkariya bi pêşmergeyan re ev pereye dida. Me bi xwe bi şev û roj penîr dixwar lê wan ew pere kom dikirin û her roj ji xwe re pez dikirî, ser jê dikir û ew pere nedidan pêşmergeyan. Ji bo xwe goşt û birînc pê dikirîn. Ew bi xwe têr bûn lê pêşmerge birçî bû. Me wê demê ferq kir ku xiyanetê li pêşmergeyan dikin. Me digot tenê PDK doza Kurdistanê dike û ji bilî wê me tu partiyeke din nas nedkir. Wê demê xiyanet li gelê xwe kir. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin.”    'XIYANETÊ LI HER KURDEKÎ DIKE'    Olmez, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku PDK'ê hebûna xwe bi xiyanetê heta îro aniye û wiha got: “PDK koçber bû û çû Iranê. Li wir jî hemû mintiqeyên Kurdistana Iranê girtin. Lê PDK bû hevalê rejîmê. Li hemberî dewleta Kurdistana Iranê şer dikir. Bi sedan pêşmergeyên Qasimlo şehîd kirin. Kete nav xiyanetê. Ew kurdê ku dîroka PDK'ê ya xiyanetê û birakujiyê nizane, wê demê haya wî ji dinyayê tune ye. Dîroka wan aşkera ye. Lê belê em dibêjin di nav PDK'ê de mirovên welatparêz jî hene. Ez weke pêşmergeyekî dêrîn bang dikim; bila xwe ji vê xiyaneta PDK’ê vekişînin û çîroka PDK'ê ji her kurdekî xwedî rûmet û şeref re vebêjin. Bila bibêjin bê ka PDK ji kengî ve xiyanetê dike. Zarokên ku îro li Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin û canê xwe didin, zarokên kurd in. Zarokên wan kurdane ku dema PDK koçber bû û hatiye Tirkiyeyê xwedî li wan derketibûn. Zarokên wan kurdane ku ji PDK'ê re digotin; ‘Kurdistan a me hemûyane, Kurdistan bêsînore û yek parçeye.’ Lê Mesûd Barzanî îro ji xwe re qesr û kargehan ava dike. 300 bînayên malbata Barzanî li Dubaiyê hene. Îro herin li zarokên pêşmergeyan binerin, tevek jî birçî ne. Xiyanetê ne tenê li kudan li her kesî dike.”    'LI EFRÎNÊ ÇI KIRIBIN DÊ LI BAŞÛR JÎ WÊ BKIN’   Di berdewamê de Olmez bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro em hemû dibînin bê ka hikûmeta AKP'ê çiqasî zilm û heqaretê dike. Ên kurdan diavêje girtîgehan û zilmê lê dikin ew in. Ji hevşaredarên me heta parlamenterên me, tevek di girtîgehan de ne. Şaredariyên me hemû hatine desteserkirin. Îro AKP dibêje li Efrîqayê jî kurdek serê xwe rake, ez ê serê wî bimeriçînim. Hikûmeta Tayîp Erdogan li Efrînê çi kir? Qetlîam kir. Ji sedî 90’î Efrînê kurd bûn. Lê îro sedî 10 jê kurd nemane. Mal û milkê wan talan kir. Erdên wan tevek firotin tirkmen û ereban.  Îro Kurdistana Başûr jî heman tiştî dijî. Tayîp Erdogan dijminatiyê li hemû kurdan dike û Neçîrvan Barzanî jî dost û hevalê wan e. Erdogan çi bibêje bi wê dikin."   'BILA JI XWE ŞERIM BIKIN'    Olmez, got ku li dijî xiyanetê dê serkeftin a gelê kurd be û axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Banga min ji gelê başûrê Kurdistanê re ev e; Li dijî vê xiyanetê rabin ser pêyan. Derheqê malbata Barzan de hûn çi bizanibin bibêjin. Bila malbata Barzanî şerma dîroka xwe bike. Sedam 8 hezar endamên malbata wan kuştin û binax kirin. Bila ji xwe şerm bikin û hevaltiyê bi dijminên kurdan re nekin. Hevaltiya bi Erdogan re dijminatiya li hemberî her kurdekî ye. Şerê birakujiyê xiyanete. Di dinyayê de bi dewlemendiya xwe di rêza 6'an de cih digirin. Ew pere ji ku anî ne? Ew hemû malê kurdan e û wan dizî ye. Heger gelê kurd li hemberî vê xiyanetê bibe tifaq, dê helbet bi serbikeve.”