Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê 2022-05-10 09:03:48 ŞIRNEX - Tirkiye vê carê jî cerdevanan di dilqê "şivanan" de dişîne Besta û Gabarê.  Êrişên Tirkiyeyê yên li Avaşîn, Zap û Metînayê ji 17'ê Nîsanê heya niha didomin. Tirkiyeya ku nikare pêş ve biçe li ser sînor hejmara cerdevanan zêdetir dike. Hat hînbûn ku li Şirnex û navçeyên wê kesên bi destê AKP'ê bûne cerdevan, ji bo li ser xeta sînor bên bicihkirin li qereqolan tên perwerdekirin.    120 KES KIRIN CERDEVAN   Hat diyarkirin ku li Bajaroka Dêrgulê ya bi ser Şirnexê ve dewletê zor daye 120 kesan û ew kirine cerdevan û van kesan li qereqola cendirmeyan perwerde kiriye. Hat ragihandin ku kesên bûne cerdevan piştî "perwerdehiyeke" 15 rojan wekî çawîşên pispor ber bi xeta sînor ve tên şandin.    CERDEVANAN DIXIN DILQÊ 'ŞIVANAN'   Hat hînbûn ku li Dêrgulê, gelek kesên bûne cerdevan piştî perwerdehiyê di dilqê "şivanan" de li herêmê hatine bicihkirin. Hat diyarkirin ku ev cerdevan bi dilqê "şivanan" ber bi zozanên Faraşîn, Besta, Gusî, Bawara Hincê, Şêxbekir, Çemêkarê, Mendicela, Alandeşt, Meydan Kolya û Katoyê ve hatine şandin da îstixbaratê berhev bikin.    KAMERA BI CIH KIRINE   Her wiha hat hînbûn ku cerdevanên ku di dilqê "koçeran" de ber bi Çiyayê Gabarê ve hatine şandin jî li herêma Deriyê Spî, Deriyê Şilan, Deriyê Deştê, Çelêmazî, Kehniya Deştê, Şikefta Hevalan, Deriyê Bikatê û deverên daristanê kamera bi cih kirine.    Her wiha berê jî li Dêrgulê sercerdevan Omer G. û sercerdevan Emerê Û. (di nava gel de bi vî navî tê naskirin) li koçerên diçûn Gabar û Bestayê sîxurtî ferz kiribûn.