Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê! 2022-05-10 09:56:46 MÊRDÎN - Şaredariya Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo ji nû ve çêkirina Parka Karayollari ku dê pereyek hindik li serê biçe nêzîkî 10 milyon heqê îhaleyê derxist.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de di mehên derbasbûyî de dest bi ji nû ve çêkirina Parka Karayollari ya li navçeya navendî ya Artûklûyê kir. Parka ku di serdema şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li hundirê wê hewz hatibû çêkirin, ji aliyê qeyûm ve hat rakirin û kevirên andezit ên li zemîna parkê hatibûn bicihkirin, bi temamî hatin rakirin. Piştî ku ev kevir bi kepçeyê hatin rakirin, piştî demek kin dîsa kevirên andezit hatin bicihkirin.    BEDELA ÎHALEYÊ HAT VEŞARTIN    Ji bo pênasekirina kar tabelayek hat çêkirin lê tenê navê kar, navê fîrmayê û agahiyên hatin nivîsandin. Lê lêçûyîna li ser kar cih negirt. Çêkirina parkê li ser Platforma Danûstandinên Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) hat ragihandin û derket holê ku ji nû ve çêkirina parkê bi 9 milyon û 680 hezar û 284 lîreyî derxistine ber îhaleyê.    Tê diyarkirin ku lêçûyîn ango bedela ji nû ve çêkirinê ya li ser tabelayê ji ber bertekan hatiye veşartin.    10 MILYON LÎRE!    Hat diyarkirin ku di îhaleyên cemaweriyê de li dijî şertê pêşkêşkirina 3 teklîfan hatiye kirin û du fîrmayan teklîf daye û îhale bi vî awayî encam bûye. Hat zanîn ku îhaleya çêkirina parkê û projeyên wê bi guman hatiye kirin. Tevî ku ji aliyê xelkê bajêr ve tê zanîn dê lêçûyînek hindik jî li ser ji nû ve çêkirina parkê biçe lê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de nêzîkî 10 milyon lîreyî ji bo îhaleyê veqetandiye.    MA / Ahmet Kanbal