Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin 2022-05-10 10:25:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Di girtîgehekî li Ekvadorê de di navbera du komên çeteyên dijber de şer derket û 43 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes jî firar kirin.   Di girtîgeha Bellavista ya li serbajarê Ekvadorê Quitoyê ya di Eyaleta Santo Domîngo de Los Tsachilas de di navbera du komên çeteyên dijber de şer qewimî. Di van şer de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes jî firar kirin.    Buroya Serdozgeriyê ya wê eyaletê di hesaba xwe ya Twitterê de wiha gotin: "Heya niha 43 girtî mirin."   Wezîrê Karên Navxweyî Patricio Carrillo daxuyanî da û diyar kir ku 41 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Polîs jî daxuyand ku di pevçûnan de zêdetirî 100 kesan jî firar kirine.    Li Ekvadorê şerê di navbera çeteyan de gelek caran diqewime û ji meha sibatê heya niha 350 girtî jiyana xwe ji dest dane.