Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin 2022-05-10 10:29:11 RIHA - Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mehemed Naso diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi koçberan şerî kûrtir dike û wiha got: “Dê milyonek kesan li cihên ku dagirkirine bi cih bikin û ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bikarbînin.” Li gorî hejmarên fermî 3 milyon û 762 hezar koçberên Sûriyeyî yên bi erêkirin û sînor vekirina hikumetê hatin li Tirkiyeyê bi cih bûn, desthilata AKP’ê û MHP’ê heta îro li dijî dewletên Ewropayê weke qoz ew parastin. Tirkiye ji bo penaberan bû navenda girtinê, ji Ewropayê fon hatin girtin û ji bo berjewendiyên xwe kirin malzeme.  Partiyên muxalefetê yên heta niha li dijî polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê yên vekirî deng dernexistin, bi gotinên ku gihiştin asta nijadperestiyê dest bi paş ve şandina koçberan kirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku fêm kir tengav bûye û bi şerê Ûkraynayê qozên di destê wê de yên li dijî Ewropayê zêde bûne, ragihand ku beriya bidawîbûna şerê li welatê wan amadekariyê dikin ku koçberan bişînin. Serokkomarê AKP’î di 3’yê Gulanê de di merasîma teslîmkirina mifteyên xaniyên brîket ên li Îdlibê hatine avakirin de bi lêv kir ku ew ê milyonek Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dijîn li hin herêmên diyar bi cih bikin.    Beriya niha hin penaber li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hin cihên di bin kontrola artêşa tirk û komên piştgiriya wan dikin ên nifûsa kurdan lê zêde bûn de hatin bicihkirin. Yek ji van bajaran jî Efrîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî nifûseke herî zêde ya kurdan e, lê piştî ku bajêr kete destê artêşa tirk û komên piştgirî didan wan, mirovan koç kirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya di 5’ê Adara 2022’an de “Herî kêm 300 hezar neçar man koç bikin. Şûna kurdan û gelê Efrînê yê herêmî 450 hezarên ku ji turkmen, ereb û filistiniyan pêk tê hatin bicihkirin. Rêjeya xwecihiyên Efrînê ji sedî 95 bû lê piştî dagirkirinê ev kete ji sedî 25’an.”   Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mehemed Naso têkildarî niqaşan diyar kir ku li Kantona Efrînê binpêkirinên mafan ên diqewimin û sûcên mirovahiyê yên giran berdewam dikin.    ‘LI EFRÎNÊ 5 SAL IN DRAMA MIROVAHIYÊ TÊ JIYÎN’   Naso, diyar kir ku Tirkiye bi pejirandina welatên navnetewî yên li herêmê hêzên wan hene kete Efrînê û wiha got: “Li Efrînê 5 sal in drama mirovahiyê tê jiyîn. Gor hatin hilweşandin, jin hatin revandin, darên zeytûnan hatin birîn. Gel li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe da. Berxwedaneke ku wê bikeve dîrokê hate jiyîn. Ev gel bi komkujiyan re rû bi rû ma. Tê gotin ku mafên mirovan hene, ev maf hemû hatine binpêkirin. Bêyî tu qanûn berçav bên girtin ev hatin kirin.”   DEMOGRAFIYA KURD HATE GUHERTIN   Naso, destnîşan kir ku piştî bajêr kete bin kontrola Tirkiyeyê û komên ku piştgiriya wan dike, di nava 5 salan de demografyaya wê hate guhertin û wiha berdewam kir: “Li şûna tabelayên kurdî tabelayên tirkî hatin daliqandin. Navên tirkî li bajaran tên kirin. Zimanê tirkî kirine zimanê fermî. Gelê Efrînê ji sedî 80 koç kir, ji sedî 20 ên mayî jî weke kole Tên bikaranîn û ji bo ku koç bikin tişta ji destê wan tê dikin. Li dijî vê herkes bêdeng e. Herkes ji bo berjewendiyên xwe ji van polîtîkayan re bêdeng dimînin. Dema li Sûriyeyê şer dest pê kir bi hezaran mirovan berê xwe dan Efrîna aramî lê hakim bû. Dema Efrîn hate dagirkirin ev mirov neçar man ku koç bikin. Hin kesên ku ji cihên din anîn li Efrînê bi cih kirin. Ev nayê qebûlkirin.”   ‘ARMANC KÛRKIRINA ŞER E’   Naso, qala daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên ku dê milyonek Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dijîn, li hin herêman bi cih bikin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Erdogan axivî dibêje ‘Em ji bo aştî û aramiyê dikin’. Lê Erdogan û çeteyên wî li herêmê çavkaniya herî mezin a bêaramiyê ne û li pêş aştiyê asteng in. Şerê wekaletê dikin. Gelan dikin dijminên hev. Ev polîtîka ji demê Osmaniyan mane. Gotina Erdogan a ‘Emê milyonek kesan bişînin’ tê wateya ‘em ê şer kûr bikin’. Dê van kesan li cihên ku dagir bikin bi cih bikin. Dê van kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bikarbînin. Bêyî erêkirina hikûmeta Şamê nikarin vê bikin. Gelên li herêmê dijîn vê qebûl nakin. Heta ku dagirker ji cihên ku dagir kirine derkevin wê ev şer bidome, bila her kes vê bizanibe. Em şer naxwazin, aramiyê dixwazin. Ji bo vê jî divê her kes li dijî dagirkeriya tirk dengê xwe derxe. Em gelê Efrînê ne, ev ax axa ku bi hezaran salan e em lê dijîn e. Kes nikare me ji vê axê dûr bixe. Wê tu carî negihêjin armanca xwe. Mirovên ku li dijî wan li ber xwe didin hene. Em ê tu carî dest ji berxwedanê bernedin û em ê siyaseta wan a qirêj têk bibin. Êdî bes e, divê her kes li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan dengê xwe derxe.”   ‘GELÊ KURD ÎXANETÊ QEBÛL NAKE’   Naso, destnîşan  kir ku êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên  Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêma Kurdistana Federal dane destpêkirin, ji polîtîkayên penaberan ne serbixwe ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her kesên di êrîşên li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re tevdigerin şermezar dikin. Em tu carî xiyanetê qebûl nakin. Dîrok vê binivîsîne û wê gel van ji bîr nekin. Wezîfeya hêzên gelê kurd ew e ku gelên li ser vê axê dijîn biparêzin. Li dijî zindiyan şer nakin. Ev ne operasyon e; ev êrîşên xiyanetê ne. Kî bi Tirkiyeyê re tevbigere wê xiyanetê bike û em ê li dijî wan bin. Kî ji bo nirxên vî gelî têbikoşe, em ê bi wan re bin. Divê her kes bala xwe bide ser armanca ku çi tê kirin û fêhm bike bê çi tê kirin. Dixwazin gelê kurd bi destê kurdan tune bikin. Em Kurdistanî ne. Li ku dibe bila bibe em ê vê axê biparêzin. Soza ku me daye şehîdan jî ev e. Em ê li dijî xiyanet û dagirkeriyê parastina projeya netewa demokratîk bidomînin û îradeya xwe radestî tu kesî nekin. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin."    MA / Emrûllah Acar