Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan 2022-05-10 12:35:22   AMED - Têkildarî êrişa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê doz hatibû vekirin û bi sedema “di dema peywirê de terkexemî kirine”, cezayê girtîgehê li 4 polîsan hatibû birîn. Ev polîs dîsa hatin darizandin û şandeya dadgehê bi îdiaya “nabe ku polîs ji bûyerê bên sûcdarkirin” biryara beraetê da.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 5’ê hezîrana sala 2015’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngek li dar xist û endamê DAIŞ’ê Orhan Gonder di êrişê de bombe teqand. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. 7 jê amir bi giştî derheqê 14 polîsan de bi sedema ku “di dema peywirê de terkexemî kirine” doz hatibû vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Amedê bi vê sedemê 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dabû 4 polîsan.  Lê piştre polîsan îtîraz cuda cuda îtîraz kiribûn û li ser vê yekê jî 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di meha sibatê de ev ceza xera kir. Dadgehê di biryara xwe ya bihincet de diyar kir ku nabe ku ji bûyerê polîs bên sûcdarkirin û ji ber ku gilêş berhev nekiribû, sûc xiste stûyê şaredariyê.   NEHIŞTIN ROJNAMEGER BIKEVIN HUNDIR   Piştî ku biryar hatiye xerakirin, darizandina polîsên bersûc Mefaret S., Akın D., Alî K. û Mûrat D. li 14’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Amedê berdewam kir. Dadgehê nehişt ku rojnameger dozê bişopînin. Parêzerên gilîkeran Nadîde Kurul, Zeynep Işik û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn. Dozger xwest ku bersûc ji ber bi sûcên pê tên tawanbarkirin, ceza bigirin.   Parêzerên bersûcan jî xwestin ku şandeya dadgehê li gorî biryara 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tevbigere. Parêzerên gilîkeran jî diyar kirin ku bila bi sedema “Di dema peywirê de terkexemî kirine” ceza li polîsan bê birîn.    BERAET DAN 4 POLÎSAN   Şandeya dadgehê jî biryara xwe ragihand û li gorî biryara 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku digot; “Şaredariyê gilêş kom nekiriye lewma bombe nehatine tespîtkirin û nabe ku polîs werin sûcdarkirin” tevgeriya û ji bo 4 polîsan biryara beraetê da.