Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin 2022-05-10 15:59:42   STENBOL - Îtîraza ji bo girtina Osman Kavala ku di Doza Geziyê de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û 8 kesên din, ji aliyê dadgeha jortir ve hate redkirin.    14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, îtîraza ku parêzeran li dijî biryara di Doza Geziyê de hatibû dayîn kiribûn bi hêceta “Di biryarê de tu bêûsûlî û dijqanûnî nehatiye dîtin” bi yekdengî red kir. İstanbul 14. Ağır Ceza Mahkemesi, Gezi davasında çıkan karara karşı avukatların tutukluluğa yaptığı itirazı, "Kararda  usul ve yasaya aykırı bir husus tespit edilemediği" gerekçesiyle oybirliği ile reddetti. Parêzeran îtîrazî biryara 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya di Doza Geziyê de dabû, kiribûn. Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala birî bû û ji Mucella Yapici, Çîgdem Mater Ûtkû, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Yîgît Alî Ekmekçî û Tayfûn Karaman re jî 18 sal cezayê girtîgehê birîbûn û derbarê wan de biryara girtinê dabû.