Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin 2022-05-10 16:37:17   RIHA - Yûsûf Y. yê 9 salî ku bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa tirk û komên girêdayî wê de hatibû birîndar bûbû û jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.    Yûsûf Y. yê 9 salî ku di 7’ê Gulanê de bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa tirk û komên girêdayî wê de hatibû bi serê wî ketibû û birîndar bûbû û îro jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.     Yûsûf Y. yê li Taxa Bariş a navçeya Ceylanpinar a Rihayê serdana mala bapîrê xwe ya çar sed mîtroyan ji sînor dûr kir, bi guleyekî ji serê xwe giran birîndar bûbû. Xizmên wî yên dîtin ku zarok birîndar bûye, ew biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî mudaxileya li vir lê hatibû kirin sewqî nexweşxaneyeke taybet a navenda Rihayê hatibû kirin. Yûsûf Y. 3 roj bûn li vir dihat dermankirin. Cenazeyê Yûsûf Y. ku îro li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, ji bo kirariyên otopsiyê bên kirin, rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê. Cenazeyê Yûsûf Y. piştî kirariyên otopsiyê li Goristana Asrî ya li Taxa Bariş a navçeya Serêkaniya Rihayê hate veşartin.