Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin 2022-05-10 16:50:47   EDENE - Damezrînerê Weqfa Fûrkan Alparslan Kûytûl ê bi îfadeya karsaz Koray Sarisaçli hatibû binçavkirin û girtin, ji Girtîgeha Kurkçuler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate kirin.    Damezrînerê Weqfa Fûrkan Alparslan Kûytûl ê bi îfadeya karsaz Koray Sarisaçli duh hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Sûlhê ya Ceza ya Nobedar a Edeneyê bi îdiayên 'Kes ji azadiya wî bêpar hiştin', 'Xesp', 'Pê daye birîndarkirinê' û 'Îşkenceyê' hat girtin û ew şandin Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê. Hat zanîn ku Kuytul ji Girtîgeha Kurkçuler sewqî Girtîgaha Tipa L a Panosê hatiye kirin.