Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike 2022-05-11 09:01:07   ŞIRNEX - Dayika Haci Lokman Bîrlîk ku di sala 2015’an de cenazeyê wî li pey maşîneyeke zirxî bi erdê ve hatibû kaşkirin Nazîre Bîrlîk, destnîşan kir ku PDK’ê weke Tirkiyeyê nêzî kurdan dibe û şirîkatiya kujerên kurê wê dike û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir.   Desthilata AKP'ê, di 30'ê cotmeha 2014'an de dema ku "Pêvajoya Çareseriyê" berdewam dikir, di civîneke Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de li dijî kurdan biryara "Plan Çokşikandinê" da û di vê çarçoveyê de di 24'ê tîrmeha 2015'an de pêvajoyê bi dawî kir û careke din dest bi şer kir. Piştre li bajarên bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve îlan kir û şerekî mezin meşand. Di encama van qedexeyan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Ev konsepta şer hê jî bi dawî nebûye û herî dawî Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir. Bertekên li dijî vê êrîş û hevkariya PDK’ê didomin. Dayika Haci Lokman Bîrlîk ku di sala 2015’an de li Şirnexê ewilî ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin û piştre cenazeyê wî bi maşîneyeke zirxî bi erdê ve hatibû kaşkirin Nazîre Bîrlîk (70), bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da.      'PDK’ê WEKE DEWLETA TIRK NÊZÎ KURDAN DIBE'   Bîrlîk, destnîşan kir ku îro PDK’ê bi kujerên Hecî re şirikiyê dike û wiha got: "Xiyaneta PDK’ê di dîrokê de nayê jibîrkirin. Ez heqê xwe li Barzanî helal nakim. Piştî ku ewqas keç û xortên Kurdistanê di vê rêyê de şehît ketin û gelek berdelên giran dane, ji wan fedî nekir.  Ewqas ciwan vî zilm û neheqiyê qebûl nekirin lewre çûn. Ez li ser navê hemû dayikên Kurdistanê wekîl im ku em heqê xwe li Barzanî helal nakin. Ew bûye heval û şirika dewleta tirk. PDK’ê jî weke dewleta tirk nêzî kurdan dibe. Dijmin û neyarê kurdan têra xwe hene. Me bawer nedikir ku Barzanî kurdan bi destê kurdan bide kuştin. Lê sed mixabin em îro xiyanet û dijminatiya wî ya li dijî kurdan nîqaş dikin. Heke ew li pey doza Kurdistanê bûya wê ewilî ji kurdên ku berdelên giran didin fedî bikira. Dê ji dayikan fedî bikira û ji hemû şehîdên Kurdistanê fedî bikira. Ez dîn, wîjdan û îmana wî qebûl nakim. Ew xwe ji bo mal û milkê winda kiriye."    'KURD NE KURDÊN BERIYA 40 SALAN E'    Derbarê sekna kurdan a derbarê şer de jî Bîrlîk xwest ku hemû kurd li dijî şer xwedî helwest bin û ev tişt gotin: "Em xiyanetî û şirikatiya ku li ser xwîna şehîdan hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Bila hemû kurd ew qebûl nekin û li dij derkevin. Bila yên ku îro xîyanetiyê dikin li xwe bizivirin û derdora xwe binêrin.  Kurd êdî ne kurdên bêriya 40 salan e. Kurd dîroka xwe nas kir. Kurd êdî hişyar in. Dîroka xwe dizanin û dinyayê temaşe dikin. Lê mixabin kurd dereng bi xwe hesiyan. Divê hemû kurd hebûn û nasnameya xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin. Heke ez bi aqilê îro bibûma, wê biçûma li gundan xebatan bikira. Dê ji wan re bigota terka gundê xwe nekin. Îro ax û xwezaya me tê rûxandin. Kurd ji bona nanê xwe diçin bajarên tirkan dixebitin lê bi dilekê rehet nikarin serê xwe bidin ser balîfê. Hema dibêjin tişt ji keça min, kurê min û malbat û xaniyê min neyê. Qey mal û milk ji hebûn û rûmetê hêjatir e? Gerek ewilî em îman û rûmeta xwe xelas bikin.”   'JI BO MIN HER DU JÎ YEK IN'   Bîrlîk, di berdewama axaftina xwe de ev bang li dayikan kir: "Bila hemû dayik derdê xwe vebêjin û neheqiya ku Barzanî li kurdan dike bînine ziman. Barzanî çima dibe hevalê dijmin? Çi ji deste wan tê, bila ji bo xatirê şehîdên xwe, gerîllayên xwe û xwîna li ser xaka Kurdistanê tê rijandin helwesta xwe nîşan bidin. Niha wijdanê min ne rehet e. Ji bona ku ev şer were sekinandin, divê zilm û neheqiya li ser kurdan vebêjin û berpirsyariya xwe pêk bînin. Zarokên me ev rêyê nîşanî me dane. Me neheqiyê qebûl nekir. Qey Barzanî nizane ku kurê min bi destê dewleta tirk bi îşkenceyê hatiye kuştin ku îro bi dijminên Haci re şirîkatiyê dike. Çawa ku heqê xwe li dewleta tirk helal nakim li Barzanî jî helal nakim. Ji bo min îro her dû jî yek in."