Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin 2022-05-11 10:50:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta tirk li başûrê Kobanê û navenda bajêr êrişên hewayî pêk anîn.   Balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta tirk li başûrê Kobanê û navenda bajêr êrişên hewayî pêk anîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê pêk hatiye û êrişa din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hatiye. Li asîmanê herêmê tevgera balafiran dewam dike.