Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî 2022-05-11 11:49:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzeran li Elmanyayê ji bo ku qedexeya li ser PKK'ê rabe serî li Wezareta Karên Navxweyî dan.   Parêzeran û nûnerên qanûnî yên Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navnetewî (MAF-DAD) li Elmanyayê ji bo qedexeya li ser PKK'ê ya ku 29 sal in dom dike rabe, serî li Wezareta Karên Navxweyî da. Parêzer Dr. Peer Stolle û Dr. Lukas Theune ji bo ku qedexeya PKK'ê li Elmanyayê rabe serê sibê serlêdana fermî li Wezareta Karên Navxweyî a Elmanyaya Federal kirin.    PKK di dema Wezîrê Karên Navxweyî Manfred Kanther di 26'ê Mijdara 1993'yan de li Elmanyayê hatibû qedexekirin. Nûnerên fermî yên Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navnetewî (MAF-DAD) ji bo ku qedexeya li ser PKK'ê ya 29 sal in berdewam dike rabe, pêvajoyekî nû ya hiqûqî da destpêkirin.