Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest 2022-05-11 12:35:07 AMED - Dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hepsê li rojnamevan Hatîce Şahîn bê birîn.  Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn hat lidarxistin. Şahîn tev li danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamur di danişînê de amade bû. Dozger mutalaya xwe ango biryara xwe pêşkêşî dadgehê kir.    Dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê hepsê li Şahîn bê birîn û her wiha biryara şertê kontrola edlî ya li Şahîn tê sepandin da.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Parêzer Resûl Tamur diyar kir ku ew li dijî mutalayê radibin û ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike dema zêde xwest. Dadgehê dewama biryara tedbîra kontrola edlî da û daxwaza Tamûr qebûl kir û danişînê taloqî 19’ê îlonê kir.