Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin 2022-05-11 13:33:47   MÊRDÎN - Li Qoserê di serdagirtinên malan de 10 kes bi hêceta pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê Komîteya Amadekar ya Newroza Qoserê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin pêk hatiye. Lêpirsîn bi hêceta kesên tev li Newrozê bûne îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye destpêkirin. Polîsan di vê çarçoveyê de li malan lêgerîn pêk anî û pişt re 10 kes kirin binçavan. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê.    Li aliyê din hat zanîn ku derbarê Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qoserê de jî lêpirsînek hatiye destpêkirin. Derbarê vê lêpirsînê de 7 endamên Komîteyê ji bo ku biçin îfade bidin, Midûriyeta Polîsan gazî wan kiriye. Hast zanîn ku endamêm Komîteya Amadekar di çarçoveya lêpirsînê de îfade dane Midûriyeta Polîsan.