Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin 2022-05-11 14:10:53   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî û NÇM’ê têkildarî çalakiyên ku di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li dar bixin de banga tev li bûnê kirin.    Komeleya Lêkolînên Kurdî û Navenda Nûçeyan a Mezopotamyayê (NÇM), têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Komaleya Lêkolînên Kurdî civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek kes tev li civîna çapemeniyê bûn. Sûbaşi bi bîr xist ku 15 Gulan ji sala 2007’an ve tê pîrozkirin. Sûbaşi, bi lêv kir ku di çalakiyên 15’ê Gulanê yên îsal de ji bo kurdî bibe zimanê kurdî, perwerdehiyê û bibe xwedî statu wê xebatan bimeşînin û wiha got: “Em ê têkildarî zextên li ser kurdî tên meşandin û daxwazên xwe 15’ê Gulanê saet di 14.00’an de li Qada Esenyûrtê, saet 17.00’an de jî li Qada Neyzen Tevfîk a li navçeya Kartalê pîrozbahiyan li dar bixin. Em hemû gelê xwe û sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin.”   RÊYA STATUYÊ DI ZIMAN DE DERBAS DIBE   Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û BaşûrêRojhilat Abdûlhakîm daş jî destnîşan kir ku ji bo gelê kurd bibe xwediyê statuyekê faktora ziman gelek girîng e. Daş, diyar kir ku Tirkiye hebûna gelê kurd jî qebûl nake û wiha got: “Heke gelê kurd bixwaze bibe xwedî statu divê girîngiyê bide ziman. Rêya statuyê di ziman de derbas dibe. Ji ber vê yekê ez gelê me ji bo em roja cejndê mafên xwe û daxwazên xwe bînin ziman vedixwînim qadên pîrozbahiyan.”