Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da 2022-05-11 20:14:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan li Almanyayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Endama 2'yemîn Koma Aştiyê Aysel Dogan ku di sala 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê, li li Almanyayê li nexweşxaneyê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysela ku bi salan ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, di sala 2011'an de di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatibû girtin û di 7'ê Gulana 2015'an de jî ji ber nexweşîna wê giran bûbû bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû berdan.   AYSEL DOGAN KÎ YE?   Aysel Dogan, di sala 1953'yan de li Dêrsimê ji dayik bûye. Ji ciwaniya xwe ve ji bo naskirina nasnameya kurdî di nava rêxistinên girseyî de cih girtiye. Piştî ku li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Hînkirina Bedenê kuta kiriye, mamostetiya lîseyê kiriye. Di derbeya leşkerî ya 1980'î û salên pişt re de gelek caran hatiye binçavkirin û bi îşkenceyê re rû bi rû maye. Bi salan di girtîgehê de maye.   Di Hilbijartina Giştî ya 20’ê Cotmeha 1991'ê de ku wê çaxê şerê li Kurdistanê giran bûbû, ji bajarê xwe Dêrsimê bi awayekî serbixwe namzetiya xwe ya parlementeriyê daniye. Çendî li herêmê namzeta herî zêde deng girtibû jî, lê ji ber qanûna hilbijartinan a dijdemokratîk dengên wê nehatine hesibandin û rê li ber parlementeriya wê hatiye girtin.   Aysel, ji ber çalakiyên xwe yên li Dêrsimê di demeke kurt de bûye hedefa JÎTEM'ê. Dema gefên kuştinê lê hatine xwarin, bi awayekî neqanûnî çûye derve. Li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye û piştî demekê daxwaza wê hatiye qebûlkirin. Di jiyana xwe ya li Almanyayê de beşdarî têkoşîna azadiya gelê kurd bûye û di nava xebatên siyasî de cih girtiye.