ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-12 09:00:05 * Rojnamevan Denîz Aydin, diyar kir ku planên AKP-PDK'ê yên li hemberî Herêma Kurdistana Federe serobino bûne û ji ber vê di derz li PDK'ê ketine.  * Endamên BASK-DER'ê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan, destnîşan kirin ku dê polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê teşhîr bikin.    * Berdevka TJA'yê Rabîa Baldemîr, anî ziman ku armanca kampanayaya ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên qedexe" bê derxistin hatiye destpêkirin 150 hezar îmze ye û got: "Bi rakirina qedexeyan re li Tirkiyeyê dê çareserkirina meseleya kurdî û gelek meseleyên din hêsan bibe."    * Leyla Qasim ku li hemberî koletiyê ber bi sêdarê ve çû, rê celadên xwe da ku serbixwebûn û azadî ne sedeqe ye, jiyana birûmet bi xwe ye.    * Girtî Mazlûm Erdem ku înfaza wî hatiye şewitandin û 15 meh in berdana wî tê taloqkirin, ragihand ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa T'yê lêgerîna tazî û hejmara li ser pêyan li wan tê ferzkirin.    * Semra Ozkan keça Memet Emîn Ozkan, diyar kir ku tenduristiya bavê wê her diçe xirabtir dibe û di 2 hefteyan de 2 caran ew rakirine nexweşxaneyê.    * Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan û Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan diyar kirin ku ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya pişaftinê divê hemû kurd xwedî li zimanê xwe derkevin û ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ku dê di 15’ Gulanê de bên lidarxistin jî ev bang kirin: “Kesen ku ji xwe re dibêjin em kurd in, divê berî her tiştî xwedî li ziman derbikevin û tev li çalakiyan bibin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 430'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna ewil a doza hevşaredarên Sêrtê, Hawêl û Misircê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, dê li Dadgeha Sêrtê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna doza Erman Ekîcî ku bersûcê firar ê Qetlîama Enqereyê ye û ji sûcê dijî mirovahiyê tê darizandin dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna doza rojnamevan Sadik Topaloglu û Sadiye Eser dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (11.40)   * Malbata Kadîr Karaaslan û dayika xwe Hamdiye Şik ji aliyê hevjînê wê berê û zarokên wî ve hatibûn kuştin dê têkildarî danişîna di 13'ê gulanê de bê lidarxistin li ber Dadgeha Amedê daxuyanî bide. (12.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî rojnameya Yenî Akîtê ku Baroya Êlihê hedef dabû nîşandan dê li ber avahiya baroyê daxuyanî bide. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)    * Di çarçoveya şahiyên Cejna Zimanê Kurdî de dê li avahiya KASED'ê ya Amedê filmê “Cîranê Min Totoro" bê nîşandan. (17.00)