Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî 2022-05-12 09:06:17 MÊRSÎN - Girtî Mazlûm Erdem ku înfaza wî hatiye şewitandin û 15 meh in berdana wî tê taloqkirin, ragihand ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa T'yê lêgerîna tazî û hejmara li ser pêyan li wan tê ferzkirin.  Girtî Mazlûm Erdem (27) ku înfaza wî hatiye şewitandin, meha borî ji Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa T'yê hatiye kirin. Erdem telefonî dêya xwe Nafiye Erdem kir û ragihand ku kesên tên sewqkirin lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin.    LÊGERÎNA TAZÎ Û JIMARIYA LI SER PÊYAN   Dayik Erdem diyar kir ku di 22'yê Nîsanê de çûye girtîgehê cem kurê xwe û kurê wê roja şemiyê telefonî wê kiriye û got: "Gava wan ji Ceyhanê birine wir ji wan re gotine 'kincên xwe ji xwe bikin.' Hevalekî wî yê bi navê Gokhan Yildiz heye. Her duyan jî ev ferzkirin qebûl nekirine. Kurê min got, 'Me qebûl nekir. Gardiyan çûn. Paşê 20-25 gardiyan hatin êriş anîn ser me. Bi milên me girtin û bi zorê kincên li ser me ji me kirin. Paşê em birin xistin hucreyên karantînayê û em 14 rojan di hucreyê de man.' 4 kes li eynê qawîşê dimînin. Her sibeh hejmara li ser pêyan li wan tê ferzkirin. Serê sibehê dema hejmariyê gardiyan tên û du gardiyand ikevin milê wî û bi zorê wî radikin. Dibêjin 'temam wa çêbû.' Lê her roj wisa dikin. Şemiyê gava min pê re xeber da, min jê pirsî hîn jî wisa dikin yan na. Got, 'Dayê neheqiyên li me tên kirin hê jî didomin.'"    GARDIYANAN GEF XWARINE   Dayik Erdem, destnîşan kir ku gef li kurê wî hatine xwarin û got: "Gava min pê re xeber da got, 'Ji me re gotin ger hûn bi ya me nekin em ê we bibin odeya bisînger.' Ez vî tiştî qebûl nakim. Ez dixwazim ev neheqî bi dawî bibe." Dayik Erdem, bi lêv kir ku berdana kurê wî du caran her carekê 6 mehan, hatiye taloqkirin û wiha got: "Di 21'ê Adarê de nehat berdan û cara sisêyan berdana wî hat taloqkirin. 3 mehan hat taloqkirin. Gardiyan çûne jê re gotine berdana wî taloqî 17 Hezîranê hatiye kirin. Kurê min 6 sal in girtiye. Di Hezîranê de dê 6 sal û 3 mehê wî biqede. Ji ber ku ferzkirinan qebûl nake wisa lê dikin. Neheqî tê kirin, em ê bêdeng nemînin."