Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan 2022-05-12 11:11:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû û duh li Elmanyayê  jiyan xwe ji dest da, ji bo pêkhatina aştiyê gotibû: "PKK ji bo Tirkiyeyê şansek e. Divê Tirkiye ji bo çareseriyê guhertinan çêbike. Ez bi salan ji bo aştiyê di girtîgehê de mam û pêwist bike ez ê gelek salên din jî ji bo aştiyê girtî bimînim."  Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999'an de hate Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû, duh li Elmanyayê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiya kurdan de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir. Aysel Dogan dema di sala 2009'an de cezayê wê qediyabû û ji girtîgehê derketibû ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin re axivîbû.    Nirxandinên Dogan ên li ser têkoşîna wê ya aştiyê ku di tebaxa 2009'an de ji DÎHA'yê re axivî bû wiha ne:   "Dogan anî ziman ku dê têkoşîna xwe li cihê lê mayî dîsa berdewam bike. Dogan axaftina xwe bi nirxandina PKK'ê dest pê kir û anî ziman ku PKK ji bo veguhestin û guhertina Tirkiyeyê şansek e. Dogan, destnîşan kir ku di cîhanê de gelek welat neçar man xwe biguherînin Tirkiye jî neçarê guhertinê ye. Dogan, wiha got: "PKK ji bo Tirkiyeyê şansek e. Ger ku Tirkiyeyê kurd û PKK wekî şansekê dîtibûna îro dê pirsgirêka kurd tunebûya. Gavên ku niha hikûmet davêje gavên biçûk in. Ev eyba Tirkiyeyê ye. Ev gav pir dereng hatin avêtin. Niqaşkirina hemûna kurdan şerma Tirkiye û serdemê ye. Eyba rewşenbirê Tirkiyeyê ye. Hebûna kurdan bi têkoşinê hate qebûl kirin. Înkarkirina hebûna tiştekî li dijî rêgezê zanistî û xwezayê ye."   TIRKIYE HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN PKK'Ê NABÎNE    Dogan anî ziman ku têkoşîna kurd pir pêş ketie û divê her tim xwe li gorî dem û pêvajoyê nû bike. Dogan bal kişand ser guhertina dewletê jî û wiha got: "Bê guman divê her fikr xwe li gorî serdem û pêşketina şert û mercên cîhanê xw biguhere û nû bike. Divê dewleta Tirkiyeyê jî di warê pirsgirêka kurd de xwe biguhere. Divê dewlet xwe biguhere. Ger ku dewletek di warê parastin dayina mafê welatiyan de bê dad tev bigere û wekheviyê nexe nava welatiyên xwe wê demê pirsgirêk heye. Divê maf û azadiya welatiyên xwe biparêze. Em ji bo van pirsgirêkan çareser bikin di nava têkoşînekê dene. Li Tirkiyeyê denê tirk tune, netewên din jî hene û divê dewlet mafê hemû netewan biparêze."     Dogan destnîşan kir ku divê berî her tiştî Tirkiye bi avayekî berfireh pirsgirêkê kurd bibîne û li gorî vê yekê nêzîkî çareseriyê bibe. Dogan, diyar kir ku ji bo pirsgirêk bê fam kirin ev 30 sale têkoşînekê dimeşînin. Dogan, xwest ku dewlet jî li ser sedema hebûna xwe raweste û erk û peyvirên li hemberî welatiyên xwe jî di ber çavan re derbas bike. Dogan, axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye gelê kurd wekî suçdarekî potansiyel dibîne. Banga Rêberê PKK'ê ya ji bo aştiyê ne banga yekem e. Me her tim ev yek bilêv kir. Lê belê kesê li hemberî me ev yek fam nekir û nexwest fam bike. Yê li hemberî me her tim ew wekî suçdar dîtin û em perçeyekî zêde dîtin. Ji bo me asîmîle bike têkoşîya. Her me got aştî, dewletê wekî niyetek xerab nirxand."   EM JI BO AŞTIYÊ HATIN, LÊ ME XISTIN HEPSÊ    Dogan, da zanîn ku ew ji bo aştiyê hatin Tirkiyeyê lê belê hatin girtin û rastî cezayê 10 salan hatin. Dogan wiha axivî: "Rêberê PKK'ê Brêz Abullah Ocalan pir aşkere got. Dîsa dema em hatin bi avayekî pir zelal me sedema hatina xwe got. Me got em ji aştiyê re amade ne û em bi heviyekê hatin. Lê belê çawa em hatin em şandin girtîgehê. Ji xwe me jî negot bila hema aştî pêk were. Lê belê ji bo aştiyê gavek bû. Ev bedel ji bo aştî, wekhevî û azadiya gelan tê dayîn. Îro dîsa ji bo aştiyê ji me bê xwestin ez dîsa amade me ku 10 salên din li girtîgehê razêm. Brêz Ocalan ev 10 sale ji bo aştiya Tirkiyeyê têkoşînê dimeşîne. 10 sale ji bo azadî, maf û heqiqetê di nava şert û mercên dijwar de têkoşînê dimeşîne."   AYSEL DOGAN KÎ YE?   Dogan a ku di 1953’an de li Dêrsimê ji dayik bûye ji aliyê dewletê ve di demên cuda de 17 salan hate girtin. Dogan a Zanîngeha Gaziyê qedandiye yekem car di 1980’an de rastî şîdeta dewletê hat. Dogan di salên darbeyê de 2 salan girtî ma û qet dernexistin dadgehê. Dogan di salên 90’an de dîsa bû hedefa terora dewletê. Di gulana 1990’an de li Dêrsimê hate girtin û 11 mehan li Erzînganê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket li Dêrsimê di hilbijartinên 1991’an de bû namzeta serbixwe û ligel ku dengeke pir zêde girt jî çûyîna wê ya meclîsê hate astengkirin. Dİ wan salan de ji ber şîdeta dewletê zêde bû Dogan çû Ewropayê. Ligel çû Ewropayê jî dilê w êli welatê bû li vir ji bo azadiya gelê xwe û aştiyê têkoşiya. Dogan li Ewropayê endamtiya KNK’ê kir û di 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.