'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin! 2022-05-12 11:36:37 RIHA - Li Rihayê, di navbera salên 2013-2017'an de ji ber "polîtîkayên ewlehiyê" herî kêm mafê jiyanê yê 17 zarokan hat binpêkirin. Ji van zarokan 14 jê li navçeyên li ser sînor mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin.    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir û di nav demeke kurt berbelavî tevahiya welat bû. Ev şer bû sedem ku bi 10 hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi milyonan kes jî koçber bibin. Piştî destpêkirina şer hêzên li Rojava nebûn aiyê şer û Rêveberiya Xweser îlan kirin. Ev îlankirina xweseriyê li hesabê Tirkiye û hezên herêmê nehat û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi siyaseta "hilweşandinê" kirin. Lê rexmî vê siyasetê jî kontrol û bandora Rêveberiya Xweser roj bi roj mezintir bû.    3 HERÊM DAGIR KIRIN   Tirkiye, li dijî vê rewşê derket û di navbera salên 2016 û 2019'an de li dijî Rojava 3 êrişên dagirkirinê li dar xist. Di van êrişan de Tirkiyeyê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Cerablûs, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe li wan bi cih kir. Her wiha ji bilî van deverên dagirkirî Tirkiye dem deman li dijî deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û di nav hewldanên berfirehkirina dagirkeriyê de ye.    BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ YÊN ZAROKAN   Komên paramîlîter ku Tirkiye wan li deverên dagirkirî bi cih kiriye, aramiya herêmê têk birine û şerê xenîmetê dikin. Ev şerê xenîmetê yê di navbera komên paramîlîter de bandor li bajarê bakurê Kurdistanê Rihayê jî dike. Herî zêde jî zarok dibin mexdûrê şerê ku di nav koman de tê kirin. Ji ber şerê xenîmetê yê di navbera komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li Rihayê di navbera salên 2013 û 2022'yan de mafê jiyanê yê 14 zarokan hat binpêkirin   Bi van 14 zarokan re di navbera salên 2013 û 2022'yan de li Rihayê ji ber "polîtîkayên elehiyê" bi giştî mafê jiyanê yê 17 zarokan hat binpêkirin.   Binpêkirinên mafên jiyanê yên 17 zarokan ên li Rihayê dikarin wiha bên rêzkirin:    * Di 26'ê çileya 2013'an de guleyeke hêzên El Nûsrayê yên li Serêkaniya Rojava li zaroka 7 salî Gamzenûr Yildirim a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ket û bi giranî birîndar bû.    * Di 27'ê çileya 2013'an de guleyeke ku ji Serêkaniya Rojava hat berdan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li zaroka 10 salî Mizgîn Yilmaz ket û bi giranî birîndar bû.     * Di 18'ê tebaxa 2013'an de guleyeke ku ji Serêkaniya Rojava hat berdan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li zaroka 16 salî Meral Îlerî ket û bi giranî birîndar bû.    * Di 16’ê Tîrmeha 2013’an de li Taxa Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Serêkanî ya Rihayê ya li nêzî sînor, zarokê bi navê Mehmet Gunduz ê 16 salî dema li mala xwe bû bi guleya li serî ketî birîndar bû. Gunduz piştî tedawiya hefteyekê di 24’ê Tîrmeha 2013’an de jiyana xwe ji dest da.    * Di 17’ê Tîrmeha 2013’an de li navçeya Serêkanî ya Rihayê zarokê bi navê Mahsum Ertûgrûl ê 17 salî dema li Parka Ciwantiyê ya li nêzî deriyê sînor rûniştibû bi guleya ku li dilê wî ket birîndar bû. Ertûgrûl di heman rojê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê jiyana xwe ji dest da.    * Di 12’ê Mijdara 2013’an de li bajaroka Oncul a gundê Çomlukçu yê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, zarokê bi navê Hasan Bakdûr ê 16 salî, di encama lêdana wesayîta zirxî ya leşkerî de jiyana xwe ji dest da.    * Di 8’ê Nîsana 2014’an de, Ferman Salih ê 16 salî, ku li gundê Kûltep ê bajarê Kobanê ku sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê yê pezê xwe diçêrand 2 mihên wî ber bi sînor ve reviyabûn. Dema Salih ber bi sînor ve çû mihên xwe girtin û vegeriya ji aliyê artêşa tirk ve biçekê ji lingê xwe birîndar bû. Salih ê birîndar bû li Nexweşxaneya Kobanê hate dermankirin.    * Di 4’ê Îlona 2014’an de zarokê bi navê Mihemed Elî (14) ku dixwest ji gundê Dêr Sîwan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî Kilîsê bibe di encama guleberdana artêşa tirk bi giranî birîndar bû. Elî yê 3 gule laşê wî ketin, li Nexweşxaneya Efrînê hate dermankirin.    *Di 21’ê Îlona 2014’an de Fatme Îzettîn Osman a 13 salî ku dixwest bi malbata xwe re ji gundê Aşme yê Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî gundê Aşmeya Jorîn ya Pirsûsê bibe, di encama guleberdana hêzên artêşa tirk de bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê û hate dermankirin.    * Di 17’ê Sibata 2017’an de Ahmet Oktay Gunak ê 11 salî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di encama teqîna bombeya li lojmanên edliyeyê de jiyana xwe ji dest da.    * Di 11’ê Cotmeha 2019’an de di encama bombeyên ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avêtin de li navçeya Serêkaniyê, Mazlum Guneş ê 11 salî û Elîf Terim a 11 salî yên li navçeyê dijiyan, jiyana xwe ji dest dan.    * Ahmet Çetîn Genç ê 17 salî ku di 31’ê Kanûna 2020’an de li Rihayê di encama lêdana tîmên motosîkletan ên polîsan de birîndar bû, di 14’ê Adara 2021’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da.    * Di 27'ê Gulana 2021'an de Harûn Çîçek ê 11 salî ku dema li ber mala xwe ya li taxa Bahçelîevler a navçeya Serêkaniya Rihayê ku ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin kontrola Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de dilîst, bi guleyeke nediyar ji serê xwe birîndar bû û bi qasî salek û nêzî saleke di nav nivînan de jiyana xwe didomîne.    * Di 12’ê Tebaxa 2021’an de li Ceylanpinar a Rihayê, Tuanna Debe ya 3 salî ku hate îdiakirin bi guleyeke ji bajarê Serêkaniyê yê di bin kontrola dewleta tirk de hatiye berdan bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê hat dermankirin.    * Di 24’ê Adara 2022’an de li Taxa Mîcît a navçeya Eyyubiye ya navendî ya Rihayê, li qada polîsên tîmên taybet tatbîkata guleberdanê lê dikirin, Mûharrem Aksem ê 16 salî mirî hat dîtin. Di rapora pêşotopsiyê ya ji bo mirina Aksem hat amadekirin de, hat diyarkirin ku 12 parçeyên metal ji bedena wî hatine derxistin û destê wî yê rastê jî nîne. Têkildarî dosyaya lêprisînê ya derbarê Aksem de hate vekirin de biryara veşartî hate dayîn.    * Zarokê bi navê Yûsûf Yucel ê 9 salî ku di 10’ê Gulana 2022’an de bi guleyeke di 7’ê Gulanê de ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) hate berdan û bi serê wî ket, bi giranî birîndar bû û di heman rojê de jiyana xwe ji dest da.”     MA / Emrûllah Acar