Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin 2022-05-12 12:45:05 ŞIRNEX - Cenazeyê Naîf Olmez ê di şerekî li navçeya Basa de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 salan ji aliyê malbata wî ve ji “Goristana Bêkesan” hate wergirtin û li Gundê Elemûnê hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Naîf Olmez ê di şerekî li navçeya Basa ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 salan ji aliyê malbata wî ve ji “Goristana Bêkesan” a li Şirnexê hate wergirtin.   Piştî ku mînakên xwînê yên malbatê beriya niha ji bo DNA’yê dabûn Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ji hev girtin, malbatê cenaze ji “Goristana Bêkesan” girt. Malbatê duh bi şev cenazeyê lawê xwe bir gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê û bi awayekî girseyî veşart.    Olmez, di sala 2018’an de di şerekî li quntarê Çiyayê Gabarê yê navçeya Basayê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû.