Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin 2022-05-12 13:33:43   ENQERE - Ulkar Mammodova ya DAIŞ’î ku di lîsteya “xwekuj” de cih digire diyar kir ku ew di sala 2014’an de derbasî Sûriyê bûye û got: “Leşkeran me dît û alîkarî dan me. Çenteyê me jî hilgirtin.”    Danişîna 15’emîn a doza endamê DAIŞ’ê Erman Ekîcî ku bersûcê firar ê Qetlîama Enqereyê ye û ji sûcê dijî mirovahiyê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 4’emîn hat lidarxistin.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Xizmên qurbanî û birîndarên qetlîama Enqereyê, parlamenterên HDP’ê û CHP’ê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî danişînê bûn.    Erman Ekîcî yê ji sûcê dijmirovahiyê tê darizandin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê kirin.    Serokê dadgehê derbarê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin de agahî da.   Ulkar Mammadova ku hevjîna rêveberê DAIŞ’ê Mustafa Dokumaci ye û di lîsteya polîsan de wek “xwekuj” cih digire, wek şahid hat guhdarkirin. Mammadova ku li Navenda Paşde Şandinê ya Kirikkaleyê di çavdêriya îdarî de bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin.    ‘CIWANÊN JI SEMSÛRÊ DIHATIN MALA ME’    Mammadova diyar kir ku gelek bersûcên qetlîamê hatine tespîtkirin û heyama ku qetlîam pêk hatiye ew li Sûriyeyê bûye. Mammadova anî ziman ku gelek kesên ji Tirkiyê dihatin mala wan a li Sûriyê û got: “Ciwanên ji Semsûrê dihatin mala me. Omer Denîz Dundar, Kasim Dere, Şamil, Abdulhakim Hoca, Mustafa Delîbaşlar, Ebu Musa dihatin. Lê bi piranî ciwanên ji Semsûrê dihatin.”    Mammadova diyar kir ku hevjînê wê Mustafa Dokumaci yê DAIŞ’î di sala 2020’an hatiye kuştin û Mustafa Delîbaşlar jî di “dorpêça PKK’ê ya Minbicê” de hatiye kuştin.    ‘CEZAYÊ PEREYAN DAN Û BERDAN’    Mammadova destnîşan kir ku ew bi alîkariya qaçaxvanan di serdema pandemiyê de hatiye Tirkiyeyê û piştî li sînor cezayê pereyan lê birîne hatiye berdan û pişt re hatiye radest bûye.    ‘LEŞKERAN ALÎKARIYA ME KIR’    Ji parêzerên dozê Senem Doganoglu têkildarî îfadeyên Mammadova li Semsûrê daye pirsan kir. Parêzer pirsa “Dema tu di sala 2014’an de çûyî Sûriyê kî li cem te bû” kir. Mammadova jî wiha bersiv da: “Hevjînê min, ez û Serpîl Dere hebûn.” Pirsa “Hûn bi alîkariya kîjan rêxistinê bi hev re çûn” jî hat kirin û Mammadova vê bersivê da: “Em bi tu rêxistinê re neçûn. Jixwe dema em di sînor de derbas bûn, leşkerên tirk jî me dîtin. Me jî got em ji bo alîkariyê diçin. Û leşkeran jî çenteyên me hilgirtin û alîkariya me kirin.”    Danişîn bi beyanên parêzeran berdewam dike.