Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin 2022-05-12 13:43:33 WAN - Dayika bi navê Makbûle Ozer a 80 salî çend roj berê hatibû girtin. Ji bo ku cezayê girtinê veguherînin “hefsa malê”, cara duyemîn serlêdan hate kirin lê belê ev serlêdan jî hate redkirin. Parêzer Dîlan Kunt li dijî vê biryarê li Dadgeriya Înfazê îtîraz kir.  Dayika Makbûle Ozer a 80 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê dijiya, di 9’ê gulanê de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin. Parêzera Ozer, ji bo ku cezayê hefsê yê Ozer veguhere “Hefsa malê” serî li Dadgeriya Înfazê ya Wanê dabû lê ev serlêdan hatibû redkirin. Serlêdana duyemîn a parêzer jî ji hêla dadgeriyê ve hate redkirin. Dadgeriyê di biryara xwe de diyar kir ku rapora ji Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê hatiye girtin bes nake û divê rapor ji Saziya Tipa Edlî (ATK) bê girtin.    Dadgeriyê îdia kir ku “tespîteke ku Ozer nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe li girtîgehê bike tune ye” û wiha got: “Divê were tespîtkirin bê ka nexweşiyeke giran an jî astengiyeke Ozer heye bê ka nikare li girtîgehê bimîne yan na. Lewma divê yan li ATK’ê yan jî li nexweşxaneyeke ku Wezareta Edaletê erê kirî rapor bê standin.”    Dadgeriyê îdia kir ku rapora Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê ji bo nirxandinê bes nake û heke rapora ATK’ê yan jî yên nexweşxaneyeke baş bê standin, dikarin dîsa vê daxwazê binirxînin.    ‘HAYA ME JI BIRYARÊN ATK’Ê HEYE’    Parêzer Dîlan Kunt ku li dijî biryarê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê îtîraz kiribû, diyar kir ku miwekîla wê 80 salî ye û dê di dema pêvajoya ATK’ê de rewşa wê nebaştir bibe. Kunt, bi domdarî wiha got: “Lewma me cezayê hefsê xwest. Em dibînin ku ATK’ê ji bo gelek girtiyên nexweş biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da ye. Jineke ku bêhnkurtka wê heye, saetekê jî li girtîgehê bimîne, ev yek dibe binpêkirina mafê jiyanê. Pêvajoya ATK’ê dê ji bo jineke 80 salî veguhere îşkenceyê. Dema em li biryarên ATK’ê yên ji bo Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan dinihêrin, baş texmîn dikin bê ka ev pêvajo dê ber bi ku derê ve biçe.”    ‘BIRYAR LI DIJÎ HEYSIYETA MIROVAHIYÊ YE’    Bi domdarî Kunt destnîşan kir ku miwekîla wê 55 salî û ji sedî 55 astengdar e. Kunt, rewşa girtî ya Ozer weke biryareke li dijî heysiyeta mirovan pênase kir û di serlêdana xwe ya ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê de ev tişt anî ziman: “Miwekîla min ji xwe neçar e ku li nava malê bijî. Di rewşeke wiha de nexweşiyên wê yên giran, pêvajoya pandemiyê û astengdariya wê hatiye paşguhkirin. Di rewşeke wiha de nabe ku cezayekî li dijî rûmeta mirovahiyê bê dayîn. Divê cezayê miwekîla min a ku zarok û malbata wê sexbêra wê dike, veguhere hefsa malê.”   DÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDE    Parêzer Kunt piştî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê, dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide.