Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin 2022-05-12 14:18:04   ENQERE - Di Doza Kobanê de leşkeran parêzeran asteng kir ku miwekîlên xwe bibînin. Parêzer Cahît Kirkazak got: “Ev der dadgeh e, ne qijle ye.”    Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 kes jê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê ye didome. Danişîna 12’emîn di roja 7’emîn de berdewam dike.    Rêveberên HDP’ê û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar li danişînê amade bûn, hin siyasetmedar bi SEGBÎS’ê tev li bûn û hin siyasetmedar jî hêcet nîşan dan û tev li nebûn.    Siyasetmedar û parêzer têkildarî daxwazên tehliyeyê axivîn.    ‘EV DER NE LEŞKERGEH E’    Li qada ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtin dikin ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Li ser îtîraza parêzeran serokê dadgehê got, “înîsiyatîf a leşkeran e.” Parêzer Cahît Kirkazak îtîrazê rewşê kir û vê bertekê nîşan da: “Ev der eywana dadgehê ye, ne leşkergeh e. Hûn ê biryar bidin.”   Balkêş bû ku serokê dadgehê xwe li parêzeran hêrs kir û xwest parêzeran bêdeng bike.    Pişt re siyasetmedar Alî Urkut axivî û xwest bê berdan.    Dadger saetek navber da danişînê.