Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir 2022-05-12 15:10:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya HDP’ê ku ji bo hevdîtinên fermî çûye Bexdayê, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin pêk anî.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî pêk dihat, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kir.    HDP’ê, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek da û têkildarî hevdîtina şandeya wan a bi Berhem Salih re diyar kir ku hevdîtineke erênî bû.