Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da 2022-05-12 15:24:55   ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bertek nîşanî rojnameya Yenî Akîtê ya ku Baroya Êlihê kiribû hedef da û xwest her kes xwedî li aştî, demokrasî û mafê mirovan derkevin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî rojnameya Yenî Akîtê ku Baroya Êlihê hedef dabû nîşandan daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da. Platformê li ber avahiya Baroya Êlihê daxuyanî da, Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses, gelek parêzer û nûnerên pêkhateyên Platformê tev li daxuyaniyê bûn.    Berdevkê Platformê Denîz Topkan axivî û diyar kir ku bi destê erkdarên îktidarê û serxweşên îktidarê her kesê dengê xwe li dijî îktidarê derdixe bi gef û êrişan re rûbirû dimîne. Topkan anî ziman ku bi awayek zane atmosfera nefretê tê afirandin û ew di serdemek ku hêzên tarî li ser kar in de derbas dibin.    TAHİR ELÇİ HATIRLATILDI   Topkan destnîşan kir ku Baroya Êlihê xebata serweriya hiqûqê, mafê demokratîk û azadiyan bê parastin dike û wiha got: “Divê bê zanîn ku hevrêyê me Tahîr Elçî ji aliyê organên çapemeniyê ve hedef hat nîşandan û ji aliyê hêzên tarî ve jî hatibû qetilkirin. Em bifikarin ku dîsa bi rewşek dişibe wê re rûbirû bimînin. Lewma em gef û hedef nîşandana li hember Baroya Êlihê û li dijî xebatkar û avahiyên HDP’ê wek êrişên li dijî siyaseta demokratîk û mafê mirovan dibînin. Em wek Platformê dibêjin ku êriş û gefên li dijî Baroya Êlihê, HDP’ê û mebûsên gel qebû lnakin û her kesî vedixwînin ku xwedî li aştî, demokrasî û mafê mirovan derkevin.”