Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin 2022-05-12 16:14:52 SÊRT - Di danişîna ewil doza hevşaredarên Sêrt, Misirc û Hawêl de biryara şertê kontrola edlî ya li ser hevşaredaran hat rakirin.    Danişîna ewil a doza hevaşedarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Peymandara Turhan, Hevşaredarên Hawêlê Ozden Gulmez û Ramazan Sarsilmaz, Hevşaredarên Misircê Baran Akgul û Esmer Baran ên HDP’ê ku qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û rêveberên HDP’ê û hevşaredar tev li danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina îdianameyê dest pê kir. Baran Akgul destnîşan kir ku ew di encama nûçeyên derew ên çapemeniya îktidarê de tawanbarî lê hatiye kirin û îdianame tije derew in.   ‘TEVLIBÛNA ŞÎNAN NE SÛC E’    Bêrîvan Helen Işik jî bi kurdî parastina xwe kir û destnîşan kir ku tu delîlek şênber a tawanbariyê li ser wê tune ne û beşdariya wê ya şînê jî kirine sûc û got: “Tevlibûna min a şîn û şahiyan ne sûc e. Em wek nûnerên vî gelî tev li şînan û şahiyan bûn û em ê her bibin jî.”    Piştî parastinên hatin kirin şandeya dadgehê biryar da ku sepana şertê kontrola edlî ya li ser hevşaredaran bê rakirin û danişînê taloqî 20’ê cotmehê kir.