Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist 2022-05-12 22:23:46   AMED- Amedsporê di çaryeka fînalê ya play-offê de li deplasmana Tarsûs Îdmanyûrdûsporê avantajek girîng bi dest xist.    Amedsporê di lîstika ewil a çaryeka fînalê ya play-offê ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li qada Tarsûsê bû mêvanê Tarsûs Îdmansporê. Di 90 deqeyên lîstikê de her du tîm jî ji bo golê nexwin bi baldar lîstin. Çendî di lîstikê de her du tîm çend caran pozîsyonên girîng bi dest xistin jî, lê gol çênebûn û lîstik 0-0 bi dawî bû.    Bi vê skorê re Amedsporê di çaryeka fînalê ya play-offê de ji bo nîvefînalê avantajek mezin bi dest xist. Rovanşa vê lîstikê dê li qada Amedsporê bê lîstin.   Lîstika dudoyan a çaryeka fînalê dê di 16'ê Gulanê de li qada Amedsporê be.    Her wiha lîstika din a çaryeka play-offê jî di navbera Isparta 32 Sporê û Karacabey Belediyesporê de hat lîstin. Karacabey Belediyesporê li deplasmana Isparta 32 Sporê 2-0 bi ser ket.