Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin 2022-05-13 09:14:36 ŞIRNEX - Ayşe Hezer, dayika Endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li Avaşînê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê her kes li dijî vî şerî û bikaranîna çekên kimyewî rabe. Bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Bı van êrişan re bertekên tên dayîn jî her diçe zêde dibin. Ji xeynî van êrişan çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn jî di rojeva gelê kurd de ye. Ayşe Hezer, dayika endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'yê Gulana 2021’an de bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanê êrişan da û destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî vê yeke bibin yek.   Ayşe Hezer a 64 salî, li gundikê Cirahî yê girêdayî navçeya Hezexê hatiye dinê. Malbata Hezer beriya 40 salan ji ber zilm û zexta dewletê ji neçarî koçber bûye. Du birayên Hezerê di destpêka avakirina PKK’ê de tevli nava PKK'ê bûne û di salên 90’î de jî jiyana xwe jidest dane. Cenazeyên birayên Hezerê hê jî nehatiye dayîn. Hezer wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Zilm û zexta ku li ser malbata min hatiye kirin zilmeke wisa ye nayê gotin. Em ji ber zilma dewletê çûn Mersînê û nêzî 12 salan li wir man. Lê pişt re dîsa vegeriyan ser axa xwe. Birayên min di nav PKK’ê de cih girtin û di salên 90'î de şehîd ketin û gelek ji wan jî di girtîgehên dewleta tirk de hatin îşkencekirin. Di dawiyê de du biraziyên min man û wan jî vê zilm û neheqiya li ser kurdan qebûl nekir û beşdarî tevgera azadiyê bûn.”   'DI AZADIYÊ DE ISRAR KIRIN'   Dayika 10 zarokan Hezer, di gelek şert û mercên giran de ji bo jiyanê têdikoşe. Hezer got: “Di sala 2004 an de kurê min ê mezin tevli nava tevgera azadiyê bû. Piştî ku ew çû, polîsan bela xwe ji me venedikirin. Ew çaxê zarokên min hûr bûn, hewl didan zarokên min çavtirsandî bikin. Min dikir nedikir dewlet zexta xwe li ser me bi dawî nedikir. Tim davêtin ser mala me û her roj tahde li me dikirin. Di sala 2010’an de kurê min Abdullah Hezer li ser pira Cizîrê bi guleya polîsan hat qetilkirin. Kurekî min jî li Stenbolê di 13 saliya xwe de hat girtin. Li girtigehê bi awayekî dijwar hat îşkencekirin. Pişta wî şikestibû û gelek xesar di laşe wî de çêbûbûn. Piştî ku ji bo demekê serbest hat berdan dîsa biryara girtinê jê re hat dayîn û 125 sal ceza lê hat birîn. Ew jî çû Ewropayê. Li wir hê jî ji ber îşkenceyên lê hatine kirin derman dibe. Kurekî min jî 5 salan di girtîgehê de ma û pişt re serî li ber zilmê rakir û beşdarî refên PKK’ê bû. Keçeka min jî di sala 2014 an de beşdarî tevgera azadiyê bû. Di dawiyê de keçekê min tenê ma. Ew jî qeza kir û laşê wê gelekî xesar dît. Ji bo dermankirinê ew jî çû Ewropayê.”   ÎŞKENCEYA LI SER CENAZEYAN   Li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'yê Gulana 2021’ê de endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû. Dayik Hezer diyar kir ku gelek îşkence li cenazeyê keça wê Bişeng hatiye kirin û tevî hemû hewldanên jî dîsa cenazeyê wan nedane wan.    Dayik Hezer got: “Bîşeng 7 salan di nava tevgerê de ma. Gava şehîd ket haya min jê nîn bû. Rojekê di televîzyonê de min lê temaşe kir. Min got, qey hema nîşan didin. Pişt re min bihîst ku şehîd ketiye. Lê gelek îşkence li cenazeyê keça min kirine. Dewlet bi xwe di hesabên xwe yên dîjîtal de parve kiribû. Keça min tazî kiribûn û bi erdê ve kaş kiribûn. Pişt re îşkence li keça min kirine. Hingî ew kêlî dikevin bîra min dile min dişewite û rondik ji çavên min dibarin. Ez gelek li ser keça xwe êşiyam. Heta dawiyê jî ez ê doza keça xwe bikim.”   ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Hezer bal kişand li ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê jî û destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî vî şerî bisekinin û ev tişt anîn ziman: “Gava Bişeng hê şehîd neketibû, 11 rojan li ser keça min û hevalên wê şer hebûye. Di wan rojan de jî li dijî wan çekên kimyewî hatine bikaranîn. Hem bi çekên kimyewî êrişî wan kirin hem jî êriş birin ser cenazeyê wan. Niha jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi çekên kimyewî êrişê dikin. Bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye û bi vî şiklî sûc tê kirin. Çima tu dewlet an jî  sazî li hemberî vê dengê xwe bilind nakin? Çima hemû kes di mijara kurdan de dibe şirîkê dewleta tirk? Ya duyemîn jî Mesûd Barzanî alikariya dewleta tirk dike û bi wî re li dijî kurdan şer dike. Heke mijar ne PKK be dewleta tirk xwe nade ber PDK’ê. Gava DAIŞ’ê êrişê kir, PKK'ê pêşiya wan êrîşan girt û hemû kes ew tişt dît.”   'BIBIN YEK'   Hezer di dawiya axaftina xwe de got: “Dayik tene aştiyê dixwazin. Çi mafê wan heye ku ew qas dilê me dişewitînin. Em naxwazin xwîn birije û kes jiyana xwe ji dest bide. Bes êdî ji vê zilmê re. Ez bang dikim ku bila li hemberê vî şerî hemû kurd bibin yek û ji bikaranîna çekên kimyewî re bibêjin bes. Bila hemû dewlet li dijî vî sûcî derkevin û bêdeng neminin.”