Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne 2022-05-13 09:19:05 SÊRT - Mûrat Yildirim ku di Girtîgeha Yozgat a Hejmar 2 a Tîpa T'yê de ye, ragihand ku tevî wî 16 girtî bê hincet bi mehan e di hucreyê de ne.  Mûrat Yildirim (41) ku di Girtîgeha Dîlok a Tîpa H'yê de bû, lê 2 meh berê tevî 6 kesan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Yildirim binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Yildirim ku niha di Girtîgeha Yozgat a Hejmar 2 a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku ji roja hatiye sewqkirin heya niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û gotiye, tevî wî 16 girtiyên siyasî di hucreyên yekkesî de ne.    Xwişka wî Zeynep Yildirim, ragihand ku birayê wê di sala 2010'an de di operasyona di bin navê "KCK"ê de hatiye binçavkirin û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Yildirim, da zanîn ku birayê wê ji roja hatiye girtin heya niha sewqî Erzirom, Amed, Dîlok û Yozgatê hatiye kirin û got: "Ji roja hatiye girtin heya niha tim bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimîne."    Yildirim got: "Birayê min got, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê her diçe zêdetir dibin. Li di bin navê lêgerînê de her hefte davêjin ser hucreyên yekkesî jî û zilmê li girtiyan dikin. Ji van kesên di hucreyê de tenê kesek jê cezayê wî yê dîsîplînê hebûye. Ê wî jî mafê wî yê telefonê binpê kirine. Birayê min got, girtiyek 7 meh in bi tena serê xwe di hucreyeke yekkeîs de ye. Girtîgeha Yozgatê ji bo hucreyên yekkesî hatiye plankirin. Ji lew re ji gelek girtîgehan girtî sewqî vira tên kirin."