Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin 2022-05-13 10:42:55 KOBANÊ - Hat ragihandin ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî gundên Kobanê berdewam dikin.   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser bajar û gundewarên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Hat ragihandin ji duh bi şev ve êrişên Tirkiyeyê yên li ser gundên Şêxlera Jorîn, Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaretê, Çelxelo, Aşmê, Sêlim, Kûr Elî, Dîkmedaş, Sifteka Jorîn, Sifteka Jêrîn, Boban, Çariqlî û Dolê Sexîr yên Kobanê berdewam dike.   Her wiha Tirkiye gundên Zor Mİxar û Boban ên bi ser hikûmeta Şamê ve jî bombebaran dike. Hat zanîn ku heta niha ji 200 heb zêdetir topên hewanê û tangan li gundan ketine.    TEVGERA BALAFIRAN    Li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên bêmirov berdewam e û hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê gundên Xirab Êto, Dîkmedaş û Şêxlera Jorîn yên bi ser Kobanê ve ku dikevin rojavayê wê bombebaran kiriye.    ÊRIŞ JI BAREGEHA TIRKIYÊ TÊN KIRIN    Hat diyarkirin ku êriş ji baregeha artêşa Tirkiyeyê ya Lİ Cerablusê tên kirin û ev bombebaran dibe sedema xesarên madî.