Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin 2022-05-13 11:40:06 STENBOL - Li Stenbolê polisan di serdegirtinên malan de tundî li Cedat Ozdemîr kirin. Ji ber tundiya lê hatiye kirin Ozdemîr bi zorê bêhn dide û distîne.   Polisan, duh li Stenbolê bi awayejî hemwaxt bi ser gelek malan de girtibû û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) dengbêj Xalîde jî di nav de gelek kesan binçav kiribûn. Li navçeya Bahçelîevlerê, polisan di serdegirtina malê de tudî li welatiyê bi navê Vedat Ozdemîr kirin. Ji ber ku derbarê wî de biryara binçavkirinê tunebû polisan ne Ozdemîr hevala wî Munevver Îlgîn binçav kirin.    Ozdemîr ku polisan lê da û hê jî şopên lêdanê li ser çavê wî hene, serboriya xwe vegot. Ozdemîr, diyar kir ku polisan dema serdegirtinê gotine ku "karê xwe dikin" wî û hevala wî li erdê dirêj kirine û bi pihînan li wan dane. Ozdemîr, destnîşan kir ku polisan bi derbên tund li serê wî û parsûyên wî dane û wiha got: "Li gel ku min got ez ji serê xwe diêşim jî li serê min dan. Piştî serdegirtinê minm rapora lêdanê girt. Li Munevver jî dan. Ez hê jî nizanim sûcê min çî ye. Malê serobin kirin. Li min dan û xesar dan mala min."   'NIKARIN BÊHN BIDIM Î BISTÎNIM'   Ozdemîr, bi lêv kir ku ji lêdanê bi zorê bêhn dide û distîne û ev tişt anî ziman: "Bi van êrişan hewl didin mirovan bitepisînin û bitirsînin. Rexmî ku tu sûcekî min tuneye jî li min dan û îşkence li me kirin."   Polisan kesên ku binçav kiribûn biribûn Fermandariya Cendirmeya ya Bajar a Stenbolê. Derbarê kesên binçav kirî de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran hatiye dayîn û ne zelal e ku çend kes di bin çavan de ne.