Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin 2022-05-13 13:04:03 ŞIRNEX - Bombeyên gaz û mijê yên ku 2'yemîn Fermandariya Cendirmeyan a Elkê davêje derdorê tehlûkê çêdikin.  Li derdora şantiya kevir hûrkirinê, rez û baxçeyên li binî 2'yemîn Fermandariya Cendirmeyan a Elkê ya Şirnexê, gelek muhîmatên ku nehatine teqandinê hatin dîtin. Li herêma ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navenda Elkê ye gelek bombeyên gaz û mijê û serê roketan ên nehatine teqandin hatin dîtin.