HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne 2022-05-13 13:04:52 AMED - Rêxistina HDP’ê têkildarî 10-16’ê Gulanê Hefteya Astengderan daxuyanî da û wiha got : “Polîtîkayê desthilatdariyê ji bo astengderan xizanî û zehmetiyan tîne.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî 10-16’ê Gulanê Hefteye Astengderan li Parka Hazal a semta Ofîsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan, Gulistan Atasoy, endamên HDP’ê û gelek kes amade bûn. Girseyê pankarta ‘Ji bo astengderan jiyana bêasteng’ vekir.   Daxuyanî yek ji Rêveberên HDP’a Amedê Ramazan Karakaya ve hate xwendin. Karakaya da zanîn ku li Tirkiyeyê nezî 10 milyon astengdar hene û pirsgirêkên astengderan wiha anî ziman: “Xizmetên cemaweriyê ji bo astengderan kêm tên dayîn. Hem di nava jiyana rojane de, hem jî li ser platformên medyayê li dijî astengdaran zimanekî dijber, cihêkar tê bikaranîn. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî polîtîkayek nayê meşandin. Astengdar, ji mafên xwe yên weke perwerde, tenduristî, veguhestin, îstîhdam û hwd. bêpar dimînin û hewceye astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.”    ‘JI BO ASTENGDARAN ZIMANÊ ZIKMAKÎ'   Di berdewamê de Karakaya diyar kir ku divê avahî li gorî astengderan bên çêkirin. Karakaya bal kişand ser bûdçeya astengderan û wiha domand: “Ji bûdçeya giştî tenê ji sedî 1.6 par ji astengdaran re hatiye veqetandin.  Ev jî neheqiyeke mezine li 10 milyon astengdaran. Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengderan xizanî û zehmetiyan tîne. Bi sed hezaran astengdar li benda tayînê ne. Di heman demê de astengdarên ku zimanê wan ne tirkî, penaber an jî jin, bi cîhêkariyê re rû bi rû dimînin. Ji bo ku astengdar bikarin hemû mafên xwe bi kar bînin, divê di qada cemaweriyê de ne tenê zimanê îşaretan û yê tirkî, hewceye zimanên din jî bikevin xizmeta wan. Ji bo astengdarên ku ne tirk, ev mijar dibe pirsgirêkeke mezin.”   ‘ŞER SEDEMA ASTENGDARIYE’   Di dawiya axaftina xwe de Karakaya destnîşan kir ku yek ji sedemên astengdariyê jî şerê li herêmê ye û ev tişt anî ziman: “Mayinên ku nehatine paqijkirin, mudaxaleyên hêzên ewlekariyê, wesayîtên zirxî, gulebaranên li ser sînor û bi giştî şer rê li ber gelek mirinan vedikin û dikin ku gelek kes jî astengdar bimînin.”