Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e 2022-05-13 13:09:29   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfa kirin şeref e.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 431’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hate pêş Edliyeya Rihayê, derbarê komkujî û têkoşîna edaletê de kesên tên edliyeyê agahdar dike.    ‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezareta Dadê etiket kir û ev peyam parve kir: “Gotinên me yên ji bo Edaletê xelas bûn, lê têkoşîna me û sebra me xelasnebûye. Heta ku maf cihê xwe dibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome. Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfa kirin şeref e.”