Danişîna Doza Kobanê berdewam dike 2022-05-13 14:29:02   KOBANÊ - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Pervîn Oduncu di Doza Kobanê de axivî û got: “Em ji bo ji bo azadiya gelan, jinan û aştiyê têdikoşin.”    Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 kes jê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê ye didome. Danişîna 12’emîn di roja 8’emîn de berdewam dike.    Rêveber û parlamenterên HDP’ê, gelek jinên femînîst û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar li danişînê amade bûn, hin siyasetmedar bi SEGBÎS’ê tev li bûn û hin siyasetmedar jî hêcet nîşan dan û tev li nebûn.    DOZ DÊ MOHRA XWE LI DÎROKÊ BIDE    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan parastina xwe bi kurdî kir û bal kişand ser periyoda danişînan. Aşan destnîşan kir ku berpirsiyariya wan ji bo gelê kurd, ermen, ereb, suryan heye û wan bi têkoşîna xwe berpirsiyariya xwe ya dîrokî anîne cih. Aşan anî ziman ku divê heyeta dadgehê bi awayek wêrek tevbigere û dê ev doza mohra xwe li dîrokê bide.    ‘WELAT BER BI XERABÛNÊ VE DIBIN’    Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Îsamîl Şengul jî destnîşan kir ku îktidarê bi van dozên dek û dolab welat ber bi xerabûnê ve biriye û êdî însan hatine wê rewşê ku nikarin debara xwe bikin.    BEYAN HATINE HÛNANDIN    Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay jî diyar kir ku beyanên şahidan hatiye hûnandin û berevajîkirin û bi awayek dijhiqûqî bi beyanên şahidan hatiye lîstin.    ‘TÊKOŞÎNA ME DIDOME’    Endama MYK’a HDP’ê ya berê Pervîn Oduncu jî bertek nîşanî hêcetên berdewamiya girtinê da û wiha got: “Welat dişewite. Me benzîn lê nekiriye, me xwest em agir vemirînin. Me ji bo azadiya gelan, jinan û aştiya Tirkiyê têkoşîn da û em hê jî wisa têdikoşin. Em ê têk neçin û em edaletê dixwazin. Dê edalet ji bo her kesî lazim were.”    Heyeta dadgehê piştî axaftina siyasetmedaran saetak navber danişînê.    JINAN DAXUYANÎ DA    Jinên femînist ku tev li danişînê bûn jî piştî navberê derketin ber Kampûsê û daxuyanî dan. Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.