Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin 2022-05-13 15:45:53 ŞIRNEX - Li Şirnexê di nav hefteyekê de nêzî 40 kesên ku piraniya wan zarok in hatin binçavkirin. Li Şirnexê di nav dîrokên cuda de li navçeyên Cizîr, Hezex û li bajarokê Dêrgulê bi ser gelek malan ve hat girtin û gelek zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Di 7’ê gulanê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarok jî di nav de 10 kesên ku bi hinceta kevir avêtine polîsan hatibûn binçavkirin. Yahya Ustek(16), Yusuf Tok Yaş(15), Abdullah Bayar( 20), Mahsum Bîrlîk(21) û 6 kesên ku navê wan nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Ji wan kesên binçavkirî 5 kes hatin girtin, kesek hate berdan û binçavkirina 4 kesan jî hate dirêjkirin. Tê payîn ku kesên binçavkirî wê di 17’ê mehê bibin dadgehê.   Di 10’ê gulanê de jî li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê û bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê polîs bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de li Dêrgulê rêvebera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Zozan Aksû û Zeynep Unat, li Erebanê jî Hevseroka HDP’ê ya Bajarok Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hatibûn binçavkirin.   LI TAXA YAFESÊ 15 KES KIRIN BINÇAVAN    Di 12’ê gulanênde jî di saetên serê sibehê de li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê bi ser gelek malbatan ve hate girtin. Taxa Yafesê ji hêla polîsan ve hate dorpêç kirin û demek dirêj di bin dorpêçê de mabû. Bi sergirtana malan de 2 jê jin 15 kes hatin binçavkirin. Di sergirtina malan de Zeynep Ecer, Çimen Ecer, Azat Bayram, Sadık Bayar, Ferhat Sirkeci, Sedin Bozkurt, Sait Yaşar, Taybet Asîkar, Şukru Elçî, Harûn Akdogan, Diyar Belten û 5 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçav kirin.    10 JIN HATINE BINÇAVKIRIN    Hat gotin ku li taxa Cudî ya navçeya Cizîrê jî nêzî 10 jin hatine binçavkirin. Her wiha di heman rojê de li navçeya Hezexê jî Tarik Ul û Dilgeş Rustemoglu hatin binçavkirin.    SEDEM NAYÊ ZANÎN    Hat ragihandin ku hêjmara kesên binçavkirî zêdetir e û li ser dosyayê biryara veşartinê hatiye dayîn. Sedema binçavkiran nehat zanîn û kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên ragirtin.