Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin 2022-05-13 19:51:45 ENQERE – Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di Doza Kobanê de axivî, destnîşan kir ku jin dikarin tifaqeke mezin ava bikin û got: "Em ê li şûna rejîma 'serî bitewîne' bi hev re rejîma azadîxwaz ava bikin."  Danişîna 12'an a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 kes tên darizandin, di roja 8'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome.    Danişîn piştî navberê dewam kir.   Danişîn piştî navberê bi beyanên endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Bîrcan Yorûlmazê dewam kir. Yorûlmaz got: "Min di Hezîrana 2021'ê de parastina xwe nivîsandibû. Lê heyet wekî lêprisîna min nehatibe kirin di biryara berdewama girtinê de angaşt kiriye ku min xwe nedaye ber parastinç Ev meseleyek cidî ye. Di warê cidiyeta vekolandina girtinê de mesele ye. Naveroka maîla PYD'ê tenê bangawaziyeke dijî şer e. Bangawaziya pêşîlêgirtina şer e. Ev maîl, maîla bulteneka çapemeniyê ye û ji bo min ne jî ji bo hevalên min nehatiye nivîsandin. Ew maîl li ser navê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya Ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar hatiye. Jixwe PYD wê çaxê ne di nava lîsteya 'rêxistina terorê' de bû."    ‘REJÎMA SERÎTEWANDINÊ'   Paşê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin Gultan Kişanak axivî. Kişanakê, destnîşan kir ku hincetên wan ên ji bo girtinê dijî hiqûqê ne. Kişanak, bilêv kir ku heyet bi israr naxwaze tiştên tên gotin fêm bike û got: "Ev doz, dozeke kûmpasê ya siyasî ye. Peywira darazê jî kirasekî ji vê kûmpasê re bifesilîne. Hûn dikin nakin hûn nikarin kirasekî bifesilînin. Em hemû baş dizanin bê em ji ber çi girtî ne. Ne hewce ye hûn li wir binivîsin. Ji ber ku me ji şaşiyê re gotiye şaşî, me ji neheqiyê re gotiye neheqî û ji ber ku me serî netewandiye em li vira ne. Ev rejîm, rejîma 'serîtewandinê' ye. Cihê yên serî natewînin jî girtîgeh in. Pozîsyona me di warê hiqûqî de pir zehmet e. Ji we tê xwestin ku hûn ji bo tiştên pûç kirasina bifesilînin. Ez ê bersiva vê bêhiqûqîtiya li min hatiye kirin û wekî divêtiyeke berpirsiyariya civakî bersiva vê bidim. Em ji ber ku me doza wekheviyê kir, me doza azadiyê kir û me got bişa şer biqede em hatin girtin. Em ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê hatin girtin. Ji me re gotin 'diçin ser kursiyê dikin barewar. Jin be û biçe se rkursiyê biaxive!' Hezm nekirin.    EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN   Em jin koletiyê, objebûnê, mayîna li derî siyasetê qebûl nakin. Em wekî kirdeyeke polîtîk hatin ser dika dîrokê. Em jin ji ber ku me got 'gotina me heye, vîna me heye, em dixwazin rê li ber pêşerojê bixin' me berê xwe da qada siyasetê. Me ji bo civakîbûna têkoşîna wekhevî û azadiyê li ber xwe da. Di şexsê me de ji jinan re gotin, 'Lê binerin hûn wisa bikin, hûn biaxivin em ê nehêlin.' Her wiha piştî girtina me tahdeyeke mezin dest pê kir li hemberî jinan. Gava me li wê parlementoyê hevseorkatî pêk anî, jinên partiyên din jî gotin 'hadê em jî lafê ava bikin û serokwekîlên jin bijartin ji bo komên xwe. Em ê her tim bibin mînak. Bila jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê bernedin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Kişanakê di berdewama axaftina xwe de got: "Ne hewce ye hûn hinceta ji bo girtinê binivîsîn. Ez nabêjim 'çima hincet tune ye', ji lew re ez dizanim. Ji ber ku desthilat wisa dixwaze. Di hinceta girtinê de we behsa gumana revê kiriye û gotiye, '... Nexwe dibe ku nereviyabe, lê ji ber ku mesele diyar e û bi cezayekî giran tê darizandin...' Diyarbûna meseleyê çi ye? Gava ji me re gotin 'Başqan dê qeyûm bên tayinkirin û hûn ê bên girtin, biçin' ez nereviyam û niha li vira me. Hûn behsa kîjan meseleyê dikin? Ez wê rojê nereviyam îja ez ê niha birevim? Qet kirasan nefesilînin, çimkî hûn dilewitînin. Em ê li şûna rejîma 'serî bitewîne' bi hev re rejîma azadîxwaz ava bikin. Em ê bi ser bikevin."    Danişîn bi axaftina Fîgen Yuksekdagê dewam kir.