Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin 2022-05-14 09:04:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku PDK û Tirkiye ditirsin ku Şengal bibe xwedî statû û hêz û ji ber vê yekê li dijî statûbûna Şengalê derdikevin.  Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir. Rojek piştî vê êrişê Tirkiye û PDK'ê bi Artêşa Iraqê li dijî Şengalê jî êriş dan destpêkirin û hewl dan Şengalê ji bin kontrola Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbixin. Lê ji ber berxwedana gel û hêzên Şengalê Artêşa Iraqê neçar ma ku paşve vekişe. Lê rexmî vê rewşê jî gefa Artêşa Iraqê ya ser Şengalê didome.    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, paşve vekişandina Artêşa Iraqê li xwe qayil nanî û di 11'ê gulanê derbarê mijarê de daxuyanî da û Şengalê hedef nîşan da. Barzanî, xwest ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi "Peymana Şengalê" mudaxaleyî Şengalê bike. Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, derbarê êrişên Artêşa Iraqê; helwesta PDK'ê û Tirkiyeyê ya derbarê Şengalê û sekna civaka êzidî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'AXA KURDISTANÊ DIFIROŞIN'   Heso Îbrahîm, diyar kir ku bi destê PDK'ê axa Kurdistanê yek bi yek tê firotin û wiha axivî: "Jixwe êrişên li ser herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Şengalê ji hev ne cuda ne. Plana van hemû êrîşan yek e. Ev plan jî plana PDK'ê û dewleta tirk e. Şengal jî di nav de dixwazin bi giştî axa Kurdistanê bifiroşine dewleta tirk. Êdî Kurdistan tê firotin. Ev êrişa ku li ser Şengalê jî pêk hat bi destê Kazimî pêk hat û ew bi xwe jî hevkarê vê plana firotina Kurdistanê ye. Ji ber wê jî Şengalî ji Artêşa Iraqê acizin."    'PDK DIXWAZE SOZA KU DAYE TIRKIYEYÊ BI CIH BÎNE'    Îbrahîm, bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û derbarê mijarê de ev tişt got: "Barzanî dixwaze li Parlementoya Iraqê rûne û vê biryarê bi cih bîne. Ew jî baş dizanin ku bi cihkirina vê peymanê wê ne li gorî berjewendiyên Iraqê be û ne jî li gorî berjewendiyên Şengalê be. Dema ku peymana 9'ê Cotmehê hatiye îmzekirin jî me got ku dixwazin fermana ku DAIŞ'ê nîvco hiştiye temam bikin. Armanc dikin ku fermana DAIŞ'ê li ser Êzidiyan berdewam bikin. Ew li ser vî esasî dixwazin Şengalê vala bikin. Ji ber ku hin soz dane dewleta tirk. Ji bo ku vê soza xwe bi cih bînin jî israr dikin ku Artêşa Iraqê careke din êrİş bike. Êdî bêhêvî bûne û ji ber wê jî dixwazin vê sozê li ser Artêşa Iraqê pêk bînin."   'JI STATÛYA ŞENGALÊ DITIRSIN'    Di berdewamê de Îbrahîm, dstnîşan kir ku PDK û Tirkiye ji statûbûna Şengalê ditirsin û  axaftina wiha domand: "Jixwe dinya hemû dizane ku ji sala 2014'an ve kesên ku Şengalê diparêzin zarokên êzidî ne. Ji ber vê jî ew ditirsin ku Şengal bibe xwedî statû, hêz û parastinê. Dizanin ku dema Şengal bibe xwedî statû wê nikaribin weke Başûrê Kurdistanê berjewendiyên xwe têde bimeşînin. Şengal ji bin berjewendiyên wan derdikeve û ji ber wê jî êrîşî şervanên me dikin. Ew jî baş dizanin ku dema Şengal bibe xwedî statû wê wan kesên ku bûne sedemê fermana 2014'an dê  bên darizandin."    'BI PERE PROPAGANDA DAN MEŞANDIN'    Îbrahîm, bi lêv kir ku wê li dijî her êrişê li ber xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erka me parastina gelê me ye. Erka me ya herî mezin berxwedan e. Ji derveyî berxwedanê tu çareya me tuneye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi çi rengî jî be em ê tu caran ne ji Tirkiyeyê re ne jî ji PDK'ê re serê xwe netewînin. Ji bo ku êzidî Şengalê terk bikin propaganda hatin meşandin. Ev jî perçeyeke şerê taybet bû. Gotin êzidî Şengalê terk dikin û derbasî başûrê Kurdistanê dibin. Bi vê propagandayê xwestin ku bibêjin êzidî ji wan razî ne. Lê belê ew êzidiyên ku niha di kampên wan de jî dimînin ji wan nerazîne. Ew êzidiyên di wan kampan de jî weke dîl tên girtin û ji nêçariya xwe li wir in. Ew dixwazin rûyê xwe yê reş bi vê propagandayê şirîn bikin. Lê rûyê wan reş e û wê spî jî nebe. Ji bo ku encam bigirin vî şerê taybet didin meşandin."    'DIVÊ KURD JI VÊ XEWÊ ŞIYAR BIBIN'    Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm, got ku derketina li dijî dagirkeriyê erka her kurdî ye û ev bang kir: "Dema ku peymana 9'ê Cotmehê hate îmzekirin berpirsyarên wê li ser vê tifaqa xwe îlan kirin. Ew hêzên navneteweyî ku dibêjin, 'Em mafê mirovan, heq û dadê diparêzin' tenê bi gotinê dimînin. Banga me li gelê kurd ev e; divê gelê kurd xwedî li berxwedanê derbikeve. Ne tenê Şengal, êdî hemû Kurdistan ji destê kurdan derdikeve. Li Başûr û Bakur şerekî mezin tê meşandin. Em bang li gelê kurd dikin ku ji Barzanî re bibêjin, 'êdî bes kurdan bifiroşe'. Em hêvî dikin ku gelê kurd rabe ser piyan û li hemberî vê bisekine."